Pîrozbahiyên 10’mîn salvegera PYD didomin
Pîrozbahiyên 10’mîn salvegera PYD didomin
Pîrozbahiyên 10’mîn salvegera PYD didomin
Li bajarê Serêkaniyê bi boneya10’mîn salvegera damezirandina PYD civînek hate lidarxistin.
Biboneya 10’mîn salvegera damezirandina Partiya Yeketiya Demokratîk (PYD) li bajarê Serêkaniyê yê Rojavayê Kurdistanê, bibeşdariya welatiyên bajar, partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl civînek hate li darxistin. Civîn bi deqîqeyek rêzgirtinê dest pêkir.
Di civînê endamê PYD'ê Ciwan Mistefa di derbarê dîroka têkoşîna PYD’ê ya 10 salan de axivî. Mistefa da zanîn ku, wan berî niha li dijî rejima Baas têkoşînek dijwar daye û di encam de bi dehan endamê wan di îşkenceyan re derbas bûne û jiyana xwe jidest dane. Mistefa bal kişand ser projeya rêvebiriya demî ya ku partiya wan pêşkêş kiriye û diyar kir ku, proje dê hemû pêkhateyên herêmê bigire nava xwe.
Mistefa her wiha da zanîn ku, tevlîbûna Encûmana Niştîmanî a Kurdî li Sûriyeyê di nava Koalîsyona Sûriyeyê de, nakeva xizmeta gelê Rojavayê Kurdistanê û diyar kir ku, hemû têkilî pêwîste bi navê Desteya Bilind a Kurd bin.
Di civînê de nûnerên partiyên siyasî û saziyên civaka sivîl peyamên pîrozbahiyên dan.