Pîrozbahiyên 15'ê Tebaxê bi coşeke mezin dest pê kir
Pîrozbahiyên 15'ê Tebaxê bi coşeke mezin dest pê kir
Pîrozbahiyên 15'ê Tebaxê bi coşeke mezin dest pê kir
Salvegera pêngava 15'ê Tebaxê li Wanê, ji aliyê Rêxistina BDP'ê ya Bajêr ve bi şahiyekê hat pîrozkirin.
Şahiya ku li Kolana Esenler a Wanê hat lidarxistin de rêveber û endamên KURDÎ-DER, GOÇ-DER û MEYADER'ê, BDP'a bajar û navçeyan, Dayikên Aştiyê, Şaredara Sixkê Nezahat Erguneş, hunermendên NÇM û bi hezaran welatî hatin cem hev. Li cihê ku şahî hat lidarxistin de pankartên ku li serê 'Em xwesriya Rojava silav dikin' û 'Birêz Ocalan bi lez serbest bê berdan' hat daliqandin û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên PKK û KCK'ê hatin vekirin.
Bi hezaran welatiyên ku li cihê şahiyê kombûn bi yek dengî dirûşmên 'Bijî Serok Apo' , 'Bijî berxwedana Rojava' û 'Şehîd namirin' û 'Bijî YPG' berz kirin. Beriya ku bernameya şahiyê destpê bike ji bo kesên ku di têkoşîna demokrasî û azadiyê de jiyana xwe ji dest dane deqeyek rêz hat girtin û şahî destpê kir. Bi stranên hunermendên Navenda Çandê ya Mezopotamyayê welatî govend girtin. Piştî hunermendên NÇM'ê 3 ciwanên ku di destê wan de alên PKK û KCK'ê hebû derketin ser dikê û li ser navê Însiyatîfa Gelê Şoreşger a Serhedê daxuyaniyeke xwendin. Di daxuyaniya ku hat xwendin de wiha dihat gotin: "Cîhaneke ku gelê me û Rêberê me têde azad nebe dê ji tu kesî re rihetî tunebe. Di her dîroka gelekî de roj û bûyerên girîng hene, di dîroka gelê kurd de jî 15'ê Tebaxê ji nû ve vejîn û mîlade ke. Bi pêvajoya Çaresariya Rizgariya Demokratîk re ku ji aliyê Rêberê me ve hat destpêkirin aliyên kurd gelek gav avêtin lê belê heta niha ji aliyê dewletê ve tu gaveke şênber nehatiye avêtin. Dijberî wî çêkirina qerekol, bendav û zêdekirina cerdevanan hatiye kirin."
Di berdewamiya daxuyaniyê de li ser rewşa Rojava ev tişt hat gotin: "Li Kurdistanê her destkeftiyên ku tên bidestxistin hemû jî hev bi bandor dikin. Pêvajoya ku li bakurê Kurdistanê destpêkir asta ku Şoreşa Rojava hatiye dê destkeftiyên gelê kurd hêj bêtir mayînde bike û dê bandoreke erênî bike. Destkeftiyên şoreşê ya ku li Rojava hatiye bidestxistin dê hêzê bide parçeyên din ên Kurdistanê. Dijminên kurdan li hemberî vê şoreşê ditirsin, li hemberî kurdên li Rojava alîkariyê didin cehşên çeteyên wek El Nusra. Em êrîşên li ser gelê Rojava wekî li ser hemû gelê kurd dihesibînin. Roj roja ber bi azadiyê ve meşandin e. Roj ji wêrekiya 15'ê Tebaxê re înşakirina jiyanek azad û rizgariya demokratîk e. Pratîkirina hişmendiya 15'ê Tebaxê temînata Kurdistana azad e."
'ŞOREŞA ROJAVA ŞOREŞA ÇAR PARÇEYAN E'
Piştî daxuyanî bi dawî bû Şaredara Sixkê Nezahat Erguneş axivî û da zanîn gelê kurd bi salane têkoşîna azadiyê didin meşandin. Erguneş Şoreşa Rojava jî bi bîr xist û destnîşan kir ku Şoreşa li Rojava dê kurdan ber bi azadiyê ve bibe û wiha got: "Şoreşa li Rojava şoreşa li çar parçeyên Kurdistanê ye. Di vê mijarê de bar dikeve li ser jinan û ciwanan. Ji ber wî jî divê hemû kes li Şoreşa Rojava xwedî derbikeve."
Piştî axaftina Erguneş heta derengiyê şevê welatiyan 15'ê Tebaxê bi govendê pîroz kirin.
LI KONÊ ÇARESERIYÊ PÎROZBAHÎ
Di pêşengiya Tevgera Jinên Azad û Demokratîk (DOKH) ve ji bo paşvekişîna gerîlayên HPG'ê bê şopandin li Zozana Takoyê ku di navbera sêgoşeya Colemêrg û navçeya Şax û Payîzava Wanê dimîne 'Konê Çareseriyê ya Evîn Gevdan' hatibû vekirin û li kon 15'ê Tebaxê, hat pîrozkirin.
Li cihê ku kon li wir hatibû vedan posterên mezin a Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û yek ji pêşengên Tevgera Azadiya Kurd Mahsum Korkmaz (Egîd) hatin daliqandin. Ciwanên ku hatin serdanên konê li ser girên bilind 'Apo' û 'PKK' nivîsandin. Di pîrozkirina Cejna Vejînê ya li konê Evîn Gevdan de gelek welatî, Hevserokê rêxistina BDP'ê ya Wanê Musa Îtah, BDP'a Şaxê, Payîzava, Miks, Westan, Artemêrt, Elbak û Qelkeliyê, Meclisa Ciwananên BDP'ê ya Wanê, Însiyatîfa Dayikên Aştiyê û endam û rêveberên MEYADER û KURDÎ-DER'ê tevlibûn. Beriya ku şahiya pîrozkirinê destpê bike ji bo kesên ku di têkoşîna demokrasî û azadiyê de jiyana xwe ji dest dane, deqeyeke rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê welatiyan govend girtin û Cejna Vejînê pîroz kirin.
Di şahiya ku hat lidarxistin de Hevserokê rêxistina BDP'ê ya Wanê Musa Îtah axivî û da zanîn ku hin hêz xwestin ku ziman, çand, ax û statuyên gelê kurd bi zilm, înkar û îmhayê winda bikin û wiha got: "Di bin pêşengiya Rêberê Gelê Kurd de Tevgera Azadiya Kurd di 15'ê Tebaxê ya sala 1984'an de têkoşîneke mezin da destpê kirin. Birêz Ocalan, dema ku mirov li Agiriyê dibin betonan de dihatin veşartin û windakirin got ku 'Kurdistan mêtingeh e. Kurd gelekî ku di bin mêtingeriyê de tê perçiqandin e. Kurd gelekî ku nasname û statuya wî tunehatiye hesibandin e. Ji ber vê yekê divê li hemberî vê zilmê serî bê rakirin."
Piştî axaftinan welatiyên ku ji gundên derdorê hatin bi meşeleya ku pêxistibûn hatin kon ziyaret kirin. Girseyê ku di destê wan de meşale hebû govend girtin û dirûşmên 'Bijî Serok Apo' , 'PKK gel e gel li vir e' û 'Silav silav ji Îmraliyê re hezar silav' berz kirin. Li ber stranên hunermendên Navenda Çanda Mezopotamya welatiyan heta derengiyê şevê govend girtin û li ser girin bilind ji aliyê ciwanan ve fişekên hewayî hat avêtin.