Pîrozbahiyên 15 Tebaxê berdewam dikin
Pîrozbahiyên 15 Tebaxê berdewam dikin
Pîrozbahiyên 15 Tebaxê berdewam dikin
Li bajarê Elmanyayê Neussê 15’ê Tebaxê hate pîrozkirin. Di axaftinên li pîrozbahiyê de hat destnîşankirin ku pêngava 15'ê Tebaxê li dijî siyaste înkar û tinekirinê serhildan e.
Kurdên ku li nav bajêr û derdora bajarê Elmanyayê Dusseldorfê dijîn, pêngava 15’ê Tebaxê bi pîknikên ku amadekirin, pîrozkirin. Şahî bi beşdariya bi hezaran Kurdistaniyan pêk hat.
Di şahiyê de hunermendên weke Cewad Merwanî, Navdar, Eser, Cengîz Loqman, Emrullah û li gel wan mûzîkvanê bi navê Ozcan û Şenol jî derketin ser dikê. Di şahiyê de stran hatin gotin û govend hat gerandin. Siyasetmedarê Kurd Adnan Amed li vir axivî û diyar kir ku 15’ê Tebaxê li hemberî înkar û tinekirinê serhildan û destpêkeke.
Amed anî ziman, ku bi 12’ê Îlonê re li ser xaka Kurdistanê xakekî mirî hatibû hiştin û wiha got; “Her kes tirsiyabûn û hatibûn çewisandin. Dewletê ciwanên Kurd avêtibûn girtîgeha Amedê û li her kesî gef dixwar. Lê belê bi pêngava 15’ê Tebaxê re, ev xaka mirî ya li ser gelê Kurd hate avêtin. Kurd bi vê pêngavê re ji nû ve çê bûn, bi rêxistin bûn û aniha jî ber bi azadiyê ve dimeşin. Di 30 salên dawiyê de gihiştine statuyeke ku ti kes nedikarî bifikire.”
Amed bal kişand ser xemsariya dewleta Tirk a li pêşberî pêvajoya çareseriyê û got “Weke ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan diyar kiriye, 1’ê Îlonê dîrokeke giringe û ger dewlet di pirsgirêka kurd de çareserî bixwaze, pêwiste heyanî 1’ê Îlonê tişta ku dikeve ser milê xwe bicih bîne.”
Piştî axaftinan şahî li rexmê barîna baranê, heyanî seatên derengê şevê li gel lêdana dawol û zirneyê bi gerandina govendê dewam kir.