Pîrozbahiyên Newrozê li Colemêrg, Îdîr, Qers, Mûş û Elbakê destpê kir

Pîrozbahiyên Newrozê li Colemêrg, Îdîr, Qers, Mûş û Elbakê destpê kir

Piştî duh li 50 navendan Newroz hate pîrozkirin îro jî li Colemêrg, Îdîr, Qers, Mûş û Elbakê bi deh hezaran kesan dest bi pîrozbahiya Newrozê kirin. Ligel hewayê sar û hinek cihan berf dibara welatî li qadan daxwazên xwe diqêrîn.

COLEMÊRG

Li Colemêrgê bi tevlîbûna bi hezran kesan pîrozbahiya Newrozê dest pê kir. Welatiyên li ber avahiya BDP'ê hatin cem hev heta ber şaredariyê meşiyan û li wir bi dawol û zurnayan govend girtin. Welatî pişt re ber bi Qada Merzanê ve dest bi meşê kirin. Hevseroka Giştî ya BDP'ê Gultan Kişanak û Parlementerê BDP'ê Adîl Kurt dê tevlî pîrozbahiyê bibin.

ÎDÎR

Li Îdîrê ji Newrozê dest pê kir. Serê sibê welatiyan bi kincên xwe yên gelerî ber bi qada Newrozê ve herikîn. Welatî piranî bi meşê û hinek jî bi welatyên hatin girtin hatin qada Newrozê. Ligel kurdan welatiyên Ermenî û Azerî jî tevlî porîzbahiyê dibin. Welatî piştî lêgerîna polîsan ketin qadê. Li qadê welatî bi muzîkê govendê digirin. Li konên li qadê hatin vedan xwarinên herêmî tên belavkirin.

QERS

Li Qersê jî ligel hewayê sar bi hezaran welatî ber bi qada Newrozê ve diherikin. Jinan kiras û fistan zilaman jî şel û şepik li xwe kirin. Li gelek nokteyên bajar wesayît welatiyan dibin qadê. Pîrozbahiyên li Qada Cumhuriyet tên kirin polîs li 2 nokteyan lêgerînê dike. Welatî di bin barîna berfê de govendê digirin. Pîrozbahî berdewam dike.

MÛŞ

Li Mûşê jî bi tevlîbûna navçeyan pîrozbahiya Newrozê dest pê kir. Qada Îstasyonê di demek kin de tejîbû û li qadê pankratên "Ji Ocalan re azadî ji Kurdistanê re statû Newroz pîroz be”, “Newroz bila ji aştî, azad û wekheviyê re bibe pir" hatin daliqandin. Parlementerên BDP'ê Demîr Çelîk, Sirri Sakik û Altan Tan tevlî mitîngê dibin.

ELBAK

Li navçeya Elbakê ya Wanê jî bi hezaran kes ber bi Qada Newrozê ve herikî. Girse li du noktayan ji aliyê polîsan ve tê lêgerînkirin. Li qadê pankarata "Ji Ocalan re azadi” hate daliqandin. Welatiyên gundên derdorê jî bi welatiyan hatin tevlî pîrozbahiyê bûn. Newrozê bi axaftina Serokê Komîteya Amedkar Omerhan Edemen dest pê kir.