Pirsgirêka ava Amûdê tê çareserkirin

Pirsgirêka ava Amûdê tê çareserkirin

Ev demeke dirêj e ku bajarê Amûdê jî weke hemû bajarên Rojavayê Kurdistanê pirsgirêka ava vexwarinê dijî. Pirsgirêka ava vexwarinê ya bajarê Amûdê ji aliyê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) ve tê çareserkirin.

Ji ber ceyrana hemû bajarên Rojava ji aliyê çeteyên girêdayî Eniya El-Nusra ve hatiye qutkirin, pirsgirêka ava vexwarinê jî zêde bûye. Amûdê jî yek ji bajarên Rojava ye ku pirsgirêka avê lê zêde ye. Bi armanca çareserkirina pirsgirêka avê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) 2 jenerator peyda kiribûn, lê ji ber girtina deriyên sînor pêdiviyên ku jenerator bixebitin nehatin peydakirin û ev yek bû sedem pirsgirêk neyê çareserkirin.

TEV-DEM careke din kete nava hewldanan, kablo û mazot ji bo jeneratorekê peyda kir. Li ser vî esasî kesên peywendîdar ketin nava xebatê û werşeyên kar dest bi xebatê xwe kirin. Bi vî awayî dê jenerator ji bo ava bajêr bi awayekî demî were xebitandin û her car dê av ji bo taxekê biçe da ku hemû şêniyên bajêr feydeyê jê bigirin.

Endamê Saziya Avê ya Amûdê Ehmed Hesen, da zanîn ceyrana ku niha tê têra bajêr bi giştî nake. Hesen, destnîşan kir heta niha kablo nebûn ku jeneratoran bixebitînin û got: “Pêdiviya xebitandina  jeneratoran bi kabloyan hebû, li Rojava kablo nayên peyda kirin, ji ber ku sînor jî girtîne temînkirina kabloyan zehmet e û piştî hewldanan ji bo xebitandina jeneratoran me hin kablo û mazot peyda kirin, dê jeneratorek bixebite. Em ê hewl bidin ku avê bi awayekî demî carê bidin taxekê da ku şêniyên bajêr hemû ji avê sûd bigirin.” Hesen bang li şêniyên bajêr kir da ku bi hişyarî avê bi kar bînin heta ku ev pirsgirêk bi temamî çareser bibe.