Pirsgirêka ava paqij çareser nebûye

Pirsgirêka ava paqij çareser nebûye

Yek ji girîngtirîn pirsgirêka cîhanê ya roja me ya îro av e. Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) ragihand ku pêşbîniyên Neteweyên Yekbûyî (NY) yên der barê çareseriya pirsgirêka ava paqij a cîhanê ne rast in û diyar kir ku nayê zanîn bê çiqas mirov ji çavkaniyên ava paqij bê par dimînin çiqas e, lê li gorî pêşbîniyan di navbera 1- 4 milyaran de ye.

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Ban Kî Mûn ragihand ku rewşa ava paqij a cîhanê ber bi başiyê ve çûye û li gelemperiya cîhanê tenê 800 milyom mirov ji ne xwediyê çavkaniyên ava paqij in.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku bi qasî du 2 milyar kesên ji ava paqij bê par kêm bûn û ev yek jî dihat wateya NY’yê armanca xwe ya Hezar Salan a Geşedanê pêk aniye.

Lê belê, Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) diyar kir ku ev yek nayê wê wateyê ku ewqas mirov dikarin xwe bigihin ava paqij û gelek ji van çavkaniyên avê qirêj in.

Koordînatoriya kaniyên avê ya WHO’yê ragihand ku bi rastî jî pir zor e ku mirov bizane bê çiqas mirov ji çavkaniyên ava paqij bê par in, lê li gorî pêşbîniyan dibe ku di navbera 1-4 milyaran de be. Ev yek jî tê wê wateyê ku nîva şêniya cîhanê ji çavkaniyên ava paqij bê par in.

Rayedarek WHO’yê da diyarkirin ku ev yek şaş hatiye fêmkirin û sedema vê jî ji hevokên şaş ên ji aliyê Ban ve hatine bikaranîn e.

Li gorî termînolojiya NY’yê “ava hatî başkirin” ji karanîna ava di borûyan de an jî ji bîrên ku ji aliyê ajalan ve neyên bikaranîn re tê gotin. Lê her çendî av di borûyan re derbas bibin jî, lê dîsa jî nayê wê wateyê ku ew av paqij e.