Pirsgirêka kurd bi hilbijartinê ve nayê girêdan
Pirsgirêka kurd bi hilbijartinê ve nayê girêdan
Pirsgirêka kurd bi hilbijartinê ve nayê girêdan
Hevserokê Konseya Serokatiya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik, di nivîsa xwe ya vê hefteyê ya li rojnameya Azadiya Welat de bal kişand ser xemsariya dewleta Tirk a li pêvajoya çareseriyê û destnîşan kir ku pirsgirêka Kurd bi hilbijartinê ve nayê girêdan.
Bayik der heqê pêvajoya çareseriyê de ev nirxandin kir:
"Rêberê Gelê Kurd ji 1993’an vir ve ji bo pirsgirêka kurd di çarçoveya rêbazên demokratîk de bê çareserkirin lêgerîna xwe bênavber didomîne. Îxtîmleke kêm be jî dîsa daxwaza xwe di aliyê çareseriya demokratîk de bi kar tîne û di vî alî de pêngavên polîtîk dimeşîne. Herî dawî di sala 2012’an de rewşa siyasî ya Tirkiye, Kurdistan û Rojhilata Navîn nirxandibû û li gorî vê pêngava çareseriya demokratîk dabû destpêkirin. Ji bo çareseriya demokratîk agirbest îlan kir, vîna vekişînê derxist holê û bi vî awayî derfeta çareseriyê da dewleta tirk. Ji bo di aliyê çareseriyê de gavê bavêjin bingehek çêkir.
Ji bo hikûmet û dewlet gavê bavêje gavên yekalî hatin avêtin. Fikirandina bi awayekî din tê wateya ku ti tiştekî ji polîtîkayê fêm nekirine û kawikbûnê. Ne wisa bûya ma wê tevgera ku ev 40 sal in bênavber têkoşînê dimeşîne gavên bi vî rengî bavêta? Divê her kes vê yekê bifikire. Jixwe ti lihevkirinek tine ye. Lê belê rastî û hewceyiyên polîtîk ên ku di têkoşîna 40 salan derketine holê hene. Rêberê Gelê Kurd ji bo aliyên ku niyeta wan a çareseriyê heye bingeha çareseriyê ji wan re amade kiriye. Bi çareseriya polîtîkayê û kemilandina şert û mercên çareseriyê daniye holê. Niha jî dora bi cih anînana pêwîstiyan ketiye ser milê Tirkiyeyê. Rêberê Gelê Kurd şêweya çareseriya siyaseta demokratîk bi kar aniye. Dewleta tirk jî li gorî vê yekê divê ji bo çareseriya pirsgirêka kurd gavên pêwîst dikin bavêje.
Rêber Apo û Tevgera Azadiya Kurd her dem derfeta siyaseta demokratîk wekî pêwîstiyekê dîtine. Ji ber vê yekê gelek caran agirbest îlan kirine û gelek caran projeyên çareseriyê pêşkêş kirine. Lê belê heta niha bersivek erênî nedane vê yekê. Ger ku pirgirekek din a siyasî û civakî hebûya wê demê bi nêzîkatiyên maqûl wê bersiv bidana. Heta çiqasî giran be bila bibe pirsgirêkek neteweyî bûya wê demê teqez wê ji wê re çareseriyek bidîtana. Wextê ku pirsgirêka kurd dibe mijara vê yekê, çiqasî nêzîkatiyên maqûl û çareseriyê datînin holê jî dîsa çareser nakin. Sedema sereke ya vê yekê dewleta tirk her dem stratejiya ku di nava demê de kurdan tine bike meşandiye. Her çiqasî rêbaz, taktîk û polîtîkayên xwe biguherînin jî dîsa dest ji vê stratejiya xwe bernadin. Heta ku vê stratejiya xwe neguherînin çareserkirina pirsgirêka kurd ne pêkan e. Wisa xuya dike ku dewleta tirk bi polîtîkayên ku ew jî dizane nagihêje armanca xwe û bi vî awayî xwe diqedîne. Dîsa jî dest ji vê stratejiya xwe bernade. Tiştê ku niha derketiye holê ev e. Her çiqasî Rêberê Gelê Kurd bi nêzîkatiyên xwe yên di cih de dixwaze dewleta tirk ji vê rewşa rizgar bike jî aliyê ku hêj polîtîkaya înkarê dimeşîne li ber xwe dide û her kesî bi vê polîtîkayê ber bi tunebûnê ve dibe. Niha heman tiştî bi serê pêngava çareseriya demokratîk a ku ji hêla Rêberê Gelê Kurd ve hatiye destpêkirin de tînin.
Rêberê Gelê Kurd bi israr dibêje ku dafika kurdan hatiye çêkirin. Bi rastî tirk jî xistine nava vê dafika kurdan. Wan jî bi çaresernekirina pirsgirêka kurd ber bi tunebûnê ve dibin. Kurd hezar salên din jî derbas bibin dê li dijî tinekirinê li ber xwe bidin û bê Tirkiye xistine nava dafikek çawa êdî tê zanîn. Her çiqasî Rêberê Gelê Kurd dixwaze hem kurdan û hem jî tirkan ji vê dafikê rizgar bike jî ji aliyekî desthilatdarên tirk û ji aliyê din jî kurdên hevkar bi awayekî dilxwaz rola vê bêbextiyê dilîzin.
Kesên ku berjewendiya wan di çaresernekirina pirsgirêka kurdan de heye her dem hêviya ku wê karibin kurdan biqedînin didin dewleta tirk. Ji ber vê yekê hêzên desthilatdar ên Tirkiyeyê xwe nêzîkî polîtîkayên çareseriyê nakin. Her çiqasî çareserî hêsan be jî dîsa xwe ji çareseriyê dûr digirin. Tenê hesabê wan li ser tunekirina PKK û bi vê re jî tunekirina kurdan heye. Dixwazin vê derfeta dawî ya çareseriya demokratîk bi vî awayî binirxînin. Lê belê Tevgera Azadiya Kurd destûrê nade vê yekê. Wê bi sekn û nêzîkatiya xwe nîşanî dewleta tirk bide ku ev polîtîka wê herî zêde zirarê bide wê. Derketiye holê ku dewleta tirk ji zimanekî din fêm nake!
Divê dewleta tirk di demek kurt de gavê biavêje, bi avêtina gavên cidî niyeta xwe ya çareseriyê nîşan bide û derketina ji vê dafikê nîşanî her kesî bide, yan jî bi berxwedaneke xurtir a gelê kurd re rû bi rû bimîne. Ji ber ku bêçareserî ji bo dewleta tirk tê wateya polîtîkaya tasfiye û tunekirinê ye, ji bo kurdan jî tê wateya ji her demê zêdetir berxwedaneke xurtir.
Baweriya ku Tevgera Azadiya Kurd tiştên ku ket ser milê wê bi cih aniye û bi awayekî maqûl û bi sebir tevgeriyaye derketiye holê. Fikra ku divê dewleta tirk gavên cidî bavêje derketiye holê. Êdî ne pêkan e ku bi paketên sergerandinê vê pêvajoyê bibin heta dema hilbijartinê. Pirsgirêkek wisa cidî bikin amûrê hilbijartinê îspata ku ji bo çareseriyê polîtîkaya wan tune ye. Wekî hin derdor her sal û her meh dibêjin ku hikûmet di vê demê de gavê navêje tu qîmeta vê gotinê tune ye. Ji ber ku ev 10 sal in vê gotinê dibêjin. Ger ku niyet hebûya ev pirsgirêk di 10 salan de wê 10 caran çareser bibûna."