Pirsgirêkên tenduristiyê yên erdhejentiyên li konteynirê zêde dibin
Pirsgirêkên tenduristiyê yên erdhejentiyên li konteynirê zêde dibin
Pirsgirêkên tenduristiyê yên erdhejentiyên li konteynirê zêde dibin
Erdhejentiyên li dû erdheja li Wanê li konteyniran hatin bicihkirin, lê niha dixwazin wan derxînin, ev 45 roj in di grêva birçîbûnê de ne. Bi hatina serma zivistanê re di nava erhejentiyan de hin nexweşiyan xwe dan der. Erdhejentiyek ji ber sermayê, rûyê wî felç bû.
Erdhejentiyên li dû erdheja 23'ê Cotmeha û 9'ê Mijdara 2011'an de bi awayekî demborî li bajarê konteynir hatin bicihkirin, lê bele bêyî pirsgirêkên wan ên xaniyan bê çareserkirin ji wan tê xwestin ji konteyniran derkevin, ev 45 roj in di grêva birçîbûnê de ne.
Ji ber xemsariya rayedaran û hewa sar, rojên zehmet li pêş erdhejentiyane. Bi hatina serma zivistanê re di nava erdhejentiyan de nexweşiyan xwe dan der. Bi taybetî nexweşiyên bronştî, astim (bêhntengî), sînuzît, dil û gurçikan zêde bûn. Ji ber hewa sar, rûyê hin erdhejentiyan felça demborî derbas kir û şînayiya li herêma guhê wan balê dikşîne.
BIÇE DOKTOR JÎ NIKARE DERMAN BISTÎNE
Li guhê Gulbihar Sûbat a 30 salî, ji ber hewa sar û mîkroban şînayî çê bû. Sûbat çû nexweşxaneyê û rapora doktor stend û diyar kir ku ewê giliyê Walî bike. Sûbak ê bi zarokê xwe yê astengdar re neçare li konteynirê bijî, anî ziman ku doktor derman jê re nivîsandiye lê belê ji ber ku pereyê wê nîne, nikare ferman bikire.
BATÛHAN Ê 2.5 SALÎ BI BRONŞÎTÊ KET
Kurê erdhejentî Osman Yavûz ê 2.5 salî Batûhan Yavûz bi nexweşiya bronşîtê ket. Batûhan ku nexweşiya astimê jî pê re heye, rewşa wî ya tenduristiyê malbata wî dixe nava fikaran. Bav Osman Yavûz diyar kir ku ew dermanên Batûhan bi xêra dostan peyda dike û got, "Eger wiha dewam bike, dê tiştên nebaş çê bibe."
LI ŞERÎF MANAY PIRSGIRÊKA DIL RÛ DA
Li Şerîf Manay ê 27 salî jî problemên dil û gurçikê rû da. Manay anî ziman ku nexweşiyên mijara gotinê nû li wî peyda bûne û got, "Di zarokatiya xwe de nexweşiya bronşîtê li min peyda bûbû. Min ji nexweşxaneya herêmê rapor xwest lê hînê nedane. Eger sibê li vê derê mirov ji nexweşiyan bimirin, hesabê vê kiyê bide? Divê tavilê ji me re çareseriyekê bibînin."
BERXWEDANA DAYIKA XETÎCE YA 95 SALÎ
Rewşa Xetîce Zeyrek a 95 salî jî trajediyeke. Jina temendirêj ku li konteynirê li gel keça xwe ji bo bijîn li ber xwe dide, nexweşa astim û romatîzma ye. Zeyrek nerazîbûnê nîşanî rayedaran dide ku av û elektrîka wan qut kirine û dibêje, "Her roj hinekî din ji qudûm dikevim. Yên ku zilmê li me dike, bila fedî bikin. Ev ya ku tê kirin ne mirovane ye. Em mexdûr in. Bila êdî tiştek were kirin."
BEKER FELÇA RÛ DERBAS KIR
Ji ber hewa sar beşek ji rûyê Sûat Beker ê 37 salî felç bû. Beker got, "Sînuzît li aliyê min ê rastê da û rûyê min felç bû. Rewşa min niha hinekî baş e. Şekirê min bilindî 200 bû. Ez çûm doktor, ji min re derman nivîsand lê hînê min pereyê ku pê dermanê xwe bikirim, peyda nekir. Doktor ji min re got, divê ez baş li xwe binêrim. Gelo di van şertan de ezê çawa karibim li xwe baş binêrim." Ev pirsa Beker hînê li benda bersivê ye.