Pirsûsê ji bo YPG'yiyan derabe venekir
Pirsûsê ji bo YPG'yiyan derabe venekir
Pirsûsê ji bo YPG'yiyan derabe venekir
Dikandarên Pirsûsê, ji bo cenazeyên du şervanên YPG'ê yên ji Kobanê bên û cenazeyê şervanekî YPG'ê yê ji Kobanê re bê şandin, derabeyê dikanên xwe venekirin.
Şervanê YPG'ê Abdullah Hesen ê di êrîşa çeteyên DAIŞ'ê ya ji sê aliyan ve li dijî Kobanê birîndar bû û ji Deriyê Sînor ê Kobanê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê, ji wir jî sewqî Nexweşxaneya Dewlete ya Dîlokê hat kirin, duh êvarê jiyana xwe ji dest da.
Cenazeyê Hesen anîn morga Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê û wê di saetên pêş de ji deriyê sînor radestî gelê Kobanê bê kirin.
Li aliyê din cenazeyê şervanên YPG'ê Ûgûr Yureklî yê ji gundê Midêba Biçûk ê Pirsûsê û Omer Denîz ê ji Amedê ku di heman pevçûnan de jiyana xwe ji dest dan, wê cenazeyê wan ji Kobanê bînin Pirsûsê.
Cenazeyê Yureklî wê li gundê Midêba Biçûk, ê Denîz jî li Amedê bê veşartin.
Dikandarên li Pirsûsê, ji ber cenazeyên şervanên YPG'ê îro derabeyên dikanên xwe venekirin. Li navçeya ku kargeh jî lê girtî ne, ji ber boykotê dibistan jî girtî ne. Her wiha wesayît jî li navçeyê xabetiin û bi sedan welatî li ber avahiya DBP'ê ya Navçeyê civiyane.