Pispor, di qezaya teqîna LPG’ê de sûcdar aşkera kir

Pispor, di qezaya teqîna LPG’ê de sûcdar aşkera kir

Têkildarî qezaya tankera tijî LPG a li navçeya Licê ya Amedê qulipî û paşê teqiya, di encam de jî ku 34 kesan jiyana xwe ji dest da û 36 kes birîndar bûn rapora xwe temam kir. Di raporê de Midûriyeta Herêma 9’emîn a Rêyan ji sedî 20, yekîneya leşkerî ya nêzî qezayê ji sedî 18, ajokarê tankerê û du fîrmayên otobusê ji sedî 15 bi qisûr hatin dîtin.

Li ser rêya Amed-Çewlik di 22’ê Tîrmehê de tankera tijî LPG ku qulipî û teqiya 2 otobusên rêwiyan û hin wesayît agir girtin, 34 kesan jiyana xwe ji dest da û 36 kes birîndar bûn. Di çarçoveya lêpirsîna  têkildarî bûyerê de pispor rapora xwe ya dawî temam kir.

Di rapora ku radestî Serdozgeriya Licê hat kirin de hat ragihandin rêya Amed-Çewlikê di navbera  70-100 kîlometreyê de qisûr heye û ji bo wesayîtan bi talûke ye. Di vê çarçoveyê de hat destnîşankirin ku Midûriyeta Herêma 9’emîn a Rêyan ji ber pirsgirêkên teknîkî ji sedî 20 bi qisûr e.

Di raporê de hat destnîşankirin ku ajokarê tankerê yê diviyabû bi leza 30 kîlometreyî çûba, bi leza 60 kîlometreyê diçû û lewma ji sedî 15 bi qisûr e.

YEKÎNEYA LEŞKERÎ MUDAXELE NEKIR

Di raporê de hat ragihandin ku li nêzî cihê qeza lê çêbûye Yekîneya Leşkerî ya Abali heye û di 35 deqeyên qezayê de tu tedbîreke ewlekariyê nehatiye girtin.

Di  raporê de hat gotin ku ji ber yekîneya leşkerî agahî neda Midûriyeta Trafîkê ya Herêmê ji sedî 18 bi qisûr hat dîtin.

Her wiha di raporê de bi sedema ajokarên fîrmaya her du otobusan tevî ku mija LPG’ê dîtine jî li gel ê xwe  can û malên rêwiyan kirine talûkeyê û lewma ji sedî 15, ji her du fîrmayên otobusan bi sedema di mijara ewlekariya kar û rewşa acil de kêmasiyên wan hene fîrmayek ji sedî 4 yek jî ji sedî 8 bi qisûr in.