Pisporên Rûs: Balafirê Parastina Hewayî ya Sûriyeyê diceriband

Pisporên Rûs: Balafirê Parastina Hewayî ya Sûriyeyê diceriband

Pisporên Rûs ên leşkerî, balefira Tirk a ku di 22’ê hezîranê de ji aliyê Sûriyeyê ve hat xistin, nirxandin. Serokê Amademiya Pirsgirêkên Jeopolîtîk a Moskowê Leonid Îvaşov diyar kir ku bûyera dikare rê li ber şerekî vebike. Serokê Navenda Analîza Firotina Çekan Îgor Korotçenko jî ragihand ku hêza parastina hewayî ya Sûriyeyê hatiye ceribandin.

Serokê Amademiya Pirsgirêkên Jeopolîtîk a Moskowê Leonid Îvaşov ji televîzyona Rûs a bi navê Rûysa 1 re axivî û bûyerê weke “provakasyon” nirxand.

EV TEXTÎK LI LÎBYA Û YOGOSLAVYAYÊ JÎ HATIYE CERIBANDIN

Ivaşov got; “Ev textîk li Lîbya û Yûgoslavyayê jî hatibû ceribandin” û wiha domand; “Ev provakasyoneke”. Îvaşov diyar kir; “Ger hikûmeta Tirk rê nede zextên DYA’yê, dê ev bûyer bi aşitiyane çareser bibe. Ger hêzên ewlekariya NY’yê bikevin nava tevgerê û ji vê provakasyonê sud werbigirin, êrîş bike, wê demê dê şerek çêbibe.

Serokê Navenda Analîza Firotina Çekan Îgor Korotçenko jî ji ajansa Ria Novosti re axivî û ragihand ku hêza parastina hewayî ya Sûriyeyê hatiye ceribandin. Korotçenko got; “Tirkiye li qada hewayî ya Sûriyeyê hat xistin. Hêza parstina hewayî ya vî welatî pir xurt e.”