Piştgiriya girtiyan ji bo Rojava didome

Piştgiriya girtiyan ji bo Rojava didome

Girtiyên ji doza PKK'ê û PAJK'ê yên Girtîgeha Tîpa T girtî, di çarçoveya kampanyaya tevkariya ji bo gelê Rojava de 1000 TL pere berhevkirin. Girtiyên ku pere berhevkirin bi riya malbatên xwe ji Rojava re şandin.

Girtiyên Girtîgeha Tîpa T. a Şakranê ya Alî Aga ya Îzmîrê yên ji doza PKK û PAJK'ê girtî ji bo gelê Rojava di çarçoveya kamanyaya ku dabûn destpêkirin 1000 TL pere berhevkirin. Girtiyên ku ji pêdiviyên xwe girtin û pereyê berhevkirin bi riya malbatên xwe ji bo gelê Rojava re şandin. Herwiha girtiyan biriya malbatên xwe peyamek şandin.

Girtiyan di peyama xwe de wiha gotin: "Em wekî girtiyên azadiyê şoreşa gelê me ya Rojava silava dikin. Gelê me yên Rojava di encama gelek berdel dayinên mezin hatine vê merhelê. Em bi hebûna xwe nekaribin li cem gelê xwe yên Rojava bin jî bi giyan, heş û ramanên xwe her tim li cem wan in. Her wiha banga me ji hemû gelê Kurd heye ku piştgiriya Rojava biki."