Piştgiriya ji bo Ocalan didome
Piştgiriya ji bo Ocalan didome
Piştgiriya ji bo Ocalan didome
Endamê Komîteya Herêma Dirbêsiyê ya Partiya Çep a Kurd Mehmûd Oso diyar kir ku, pêvajoya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daye destpêkirin, di dîroka gelê Kurd a çar perçeyên Kurdistanê de, qonaxeke nû ye. Parêzer Xalid Îbrahîm jî, peyama Ocalan encama danehevên şoreşa kurdan a Rojhilata Navîn e.
Li Rojavayê Kurdistanê piştgiriya ji bo peyama Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan, nava siyasetmedar û rewşenbîran de belav dibe. Endamê Komîteya Herêma Dirbêsiyê ya Partiya Çep a Kurd Mehmûd Oso pişgirtiya xwe ji bo peyamê anî ziman û ev tişt gotin: “Peyama Rêberê Gelê Kurd Ocalan destpêka qonaxeke nû ye di dîroka pirsgirêka gelê Kurd a li herçar perçeyên Kurdistanê de. Rêberê Gelê Kurd di peyama xwe de diyar kiriye ku, şoreş bi gelek rengan pêk tê. banga Ocalan ji bo rawestandina şer nîşane ye û ji bo destpêkirina pêvajoyeke siyasî û wê bandora xwe li pêngava aştiyê bike.”
Parêzer Xalid Îbrahîm jî di heman mijarê de ev tişt anîn ziman: “Peyama Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan ji aliyê raya giştî û hemû gelê Kurdistanê ve bi erênî hate pêşwazîkirin. Peyama Ocalan di demeke ku gelê Rojavayê Kurdistanê û hemû Rojhilata Navîn şoreşê jiyan dikin de hatiye. Peyama Ocalan encama danehevên şoreşa kurdan a Rojhilata Navîn e. Rêberê me gelek caran doza aştyê kiriye û gelek caran îlana şer rawestandinê kiriye. Vê carê ji aliyê hêzên navnetewî û herêmî ve bi erênî hate pêşwazîkirin.”