Piştî 18 salan Seyhan Dogan wê bigehe dayik û babê xwe

Piştî 18 salan Seyhan Dogan wê bigehe dayik û babê xwe

Hestiyê Seyhan Dagan, ku di sala 1995'an de hat binçavkirin û revandin û sala par di gora komî ya 7 kesan de hat dîtin, dê li gel hestiyê dayika wê Asiye Dogan û babê wê Ramazan Dogan ku jiyana xwe ji dest dane, di heman gorê de bên definkirin. 

Li navçeya Kerbarênê ya Mêrdînê di 2-6'ê Mijdara 1995'an welatiyên bi navê Davut Altinkaynak, Suleyman Seyhan, Hikmet Kaya, Abdurrahman Coşkun, Abdullah Olcay, Mehmet Emin Aslan, Nedîm Akyon û Seyhan Dogan li Fermandariya Cendirmeyan a Kerbarê hatin binçavkirin û windakirin.  Sala par di gora komî de hestiyê Seyhan Dogan hat dîtin. Li ser daxwaza dayika wê Asiye Dogan û bavê wê Ramazan Dogan dê hestiyê Seyhan Dogan ligel hestiyê dayik û bab di heman gorê de bê definkirin. Hestiyê Seyhan Dogan dê di nava vê hefteyê de teslimî malbatê bê kirin. Birayê Dogan li ser daxwaza dayik û babê xwe destûra vekirina gora dayik û bavê xwe ya li Goristana Kanarya girt û dê hestiyê dayik û bavê xwe derxe û Birayê Asiye Dogan sibê di seat 08:00 de hestiyê babê xwe Ramazan Dogan û dayika xwe Asiye Dogan û  li Kerboranê ya Mêrdînê jî hestiyê xwişka xwe jî bigire. Piştî ku  hestiyê xwişk, dayik û babê xwe girtin dê di heman gorê de defin bike. 

DEMA VEYSI ALTAY WÊNE DIKIŞAND JI ALIYÊ NOTIRVANÊ GORISTANÊ Û POLÎSAN VE HAT ASTENGKIRIN

Li gundê Tîrowa yê navçeya Kerboran a Mêrdînê ji bo 6 kesên di sala 1995'an ji aliyê leşkeran ve hatin binçavkirin û hatin windakirin di 22'yê Şûbata 2012'an de kolandin hate despêkirin. Kolandin 5 rojin li gund berdewam kir. Piştî xizmên windayan li bîra li gund kolandin pêk anî û hestiyên 2 kesan ên hatin şewitandin dîtin bi çavdêriya dozgeriyê çareke din kolandin hatin destpêkirin. Di kolandina bîrê de hestiyê tasa serê mirovekî û hinek parçeyên cilan hatin dîtin. Hestî û cilên di kolandinê de derketin ayîdî Seyhan Dogan bûn û ev yekê ji aliyê birayê wî Abdulkerîm Dogan ve hatibûn teşhiskirin. Pişt re li qadeke din a ketina gund de kolandin hate destpêkirin. Di kolandina wir de jî hestiyên  3 kesan, cil û 4 qalikên guleyan hatin dîtin.

Di kolandina li navçeya Kerboran û kîlometreyek nêzî Fermandariya Tabura Cerndirmeyan a Kerborê hate destpêkirin de jî hestiyên ayîdî yek jîn, 7 kesan hatin dîtin. Di kolandina 5 rojan de hestiyên tasên serên 11 mirovan û hestiyên din hatin dîtin. Hestiyên di kolandinê de hatin dîtin ji Saziya Tipa Edlî re hatin şandin. Gundê Tîruva di sala 1992'yan de ji aliyê leşkeran ve bi zorê hate valakirin. Hestiyên di kolandinan de hatin dîtin gumana kesên di bûyerên kiryar ne diyar de hatin qetilkirin û gêrîlayên HPG’ê yên ku di pevçûnan de û li gund hatin veşartin tînin bîra mirov.

6 KES 17 SAL BERÊ HATIBÛN QETILKIRIN

Li navçeya Kerbarênê ya Mêrdînê di 2-6'ê Mijdara 1995'an welatiyên bi navê Davut Altinkaynak, Suleyman Seyhan, Hikmet Kaya, Abdurrahman Coşkun, Abdullah Olcay, Mehmet Emin Aslan, Nedîm Akyon û Seyhan Dogan li Fermandariya Cendirmeyan a Kerbarê hatin binçavkirin. 7 welatiyên ku 18 sal berê li Fermandariya Cendirmeyan hatin binçavkirin pişt re agahî ji wan nehat girtin. Cenazeyê Suleyman Seyhan di 6'ê Adara 1996'an de di binê bîrekê de hate dîtin. Lê li gel di ser bûyerê re 18 sal der bas bû, der barê aqûbeta 7 kesan de agahî nehat girtin. Li ser serlêdana malbatan Dozgeriya Komare ya Kerboranê li gundekî nêzî Kerboranê kolandin hat kirin.