Piştî 20 salan hestî dan malbatê
Piştî 20 salan hestî dan malbatê
Piştî 20 salan hestî dan malbatê
Welatiyê bi navê Ahmet Guler di sala 1993'an de li gundê Hirareş a Basayê hat qetilkirin û piştî 20 salan hestiyê Ahmet Guler dan malbatê. Piştî 20 salan ji bo Guler merasîma cenaze hat lidarxistin.
Tê gotin ku ku welatiyê bi navê Ahmet Guler di sala 1993'an de li gundê Hirareş a navçeya Basaya Şirnexê ji aliyê leşkeran ve hat qetilkirin. Di encama hewldanên malbata Guler, MEYA-DER'ê hestiyê Ahmet Guler ji Dozgeriya Cizîrê hat girtin û li Goristana Cizîrê hat definkirin. Di 22 Sibata 2012'an de li gundê Hirareşê, kolandin pêk hatibû û hestiyê 5 kesan hatibû dîtin. Piştî tespîta nasnameyê hestiyên Ahmet Guler dan malbatê. Serokê rêxistina BDP'ê ya Cizîrê Ahmet Çeter, rêvebirên BDP'ê, malbata Guler, endamên MEYA-DER, dayikên aştiyê, endamên meclisa şaredariyê tevli merasîma cenaze bûn. Hestiyên Guler di çewalekî spî de hat definkirin û piştre dia hatin xwendin. Piştî diayan deqeyek rêz hat girtin.
Endamê MEYA-DER'ê Mele Kasim Yîgît anî ziman ku ji 17 hezar û 500 'faîlî meçhûlan' ji bo yekî merasîm lidarxistine û wiha got: "Heta niha li Tirkiyeyê 17 hezar û 500 bûyerên kiryar nediyar pêk hatin. Hêj hestiyên gelek kesên hatine kuştin nehatin dîtin. Gelek malbat ji ber ku hestî jî nehatine dîtin, nikarin herin gorê jî ziyaret bikin. Di encama hewldanan de me hestiyê rêheval Ahmet Guler dît û defin kir. Êdî goreke ku malbat ziyaret bike heye. Em ji ber vê yekê bextewar in lê em ji bo malbatên din xemgîn in. Dê têkoşîna me bidome."
'5 KES QETIL KIRIN'
Biraziyê Ahmet Guler, Abdullah Guler wiha axivî: "Em di sala 1993'an de li gundê Hîrareşê dijiyan. Di 22'ê hezîrana 1992'an de di nav de mamê min jî heye, dewletê 5 kes qetil kir. Me cinazeyên ku di encama operasyonê de hatibûn qetilkirin, li zeviyê dît. Me dît û bi awayekî veşartî defin kir. Wê demê şert zehmet bûn. Hemû kes ditirsiyan, kesek li kesekî xwedî dernediket. Ji bo cenazeyan li cihê ku hatiye veşartin, derxin me serî li dozgeriyê da. Di 22'ê sibata 2012'an de kolandin û hestiyên 5 kesan hat dîtin. Di nav van 5 kesan de mamê min jî heye. Piştî otopsiyê dozgeriyê hestî teslîmî me kir."
Guler spasiyê xwe pêşkeşî hemû kesên ku tevli cenaze bûne û ew tenê nehiştine kir. Guler da zanîn ku ji ber ku piştî 20 salan gihîştine hestiyê mamê xwe û gorek jê re çêkirine bextewar in.