Piştî 26 seatan agirê herêma Helalawe hatiye kontrol kirin
Piştî 26 seatan agirê herêma Helalawe hatiye kontrol kirin
Piştî 26 seatan agirê herêma Helalawe hatiye kontrol kirin
Agir berdana daristanên Merîwanê her diçe berfirehtir dibe. Her roja diçe beşek ji daristanên Merîwanê têne şewitandin û tûnekirin. Piştî 26 seatan agirê bi sinorê Merîwanê ketî hatiye vemirandin.
Agirberdana daristanên Merîwanê ji aliyê hêzên çekdaran û alîgirên Komara Îslamî ve berdewam dike. Duh agir li nêzîkî karakolekî pasdaran ve hatiye hilkirin. Li çiyayên Merîwanê li nêzîkî gundê Başmax girêdayî Germik agir berbûye daristanên çiyayên herêmê. Herwiha li ser sinorê gundê Helalawe agir herêmek mezin a gund şewitandiye.
Li gorî peyamnêrê ANF ji herêmê ragihand îro ber bi êvarê ve agir ji aliyê parêzvanên xwezayê ve hatiye kontrolkirin. Çend kes ji wan çûne bo Merîwanê û heya niha jî gelek ji wan li herêmê mane.
Ji ber hêzên rejîmê rê ne dane endamên encumenên xweza parêz, ew jî neçar mane bi paseport biçine aliyê din yê başur û li wir hewildanên kontrolkirina agir bidin.