Piştî binçavkirinê serdegirtina malan
Piştî binçavkirinê serdegirtina malan
Piştî binçavkirinê serdegirtina malan
Li Sêrtê di dema kontrola nasnameya ya li ser rê de 4 kesên hatine binçavkirin, polîsan di ser malên wan de girt.
Duh şev saet di 21.00’an de Musa Kurhan, Sabrî Bark, Abdullah Nas û Ahmet Nas yên ku ji Berwarî dihatine Sêrtê, maşîna ku têda bûn di dema ketina Sêrtê de ji aliyê hêzên teybet û polîsên sivîl ve li nuqteya lêpirsînê hate rawestandin.
Piştî ku lêgerîna maşînê û kesan xilas bû polîsên ku kontrola GBT jî kirin, 4 kes xistin binçavan de û birin Emniyeta Polîsan a li Sêrtê. 4 kesên ku hatine binçav kirin hîna sedemê wê ne hatî zanîn polîsan di saetên serê siharê de di ser malên welatiyên binçav kirî de girt. Hat hîn bûn ku li malan lêgerîn pêk hatiye.