Piştî çalakiya Pinarbaşiyê tevlî gerîla bû

Piştî çalakiya Pinarbaşiyê tevlî gerîla bû

Demhat ku di salên dibistana amadeyî de dixwend du hevalên wî ji aliyê dewleta tirk ve hatin qetilkirin, di 2012’an de piştî çalakiya  hevalên wî yên zarokatiyê Cengîz Ozek (Erîş) û Ramazan Yilmaz (Andok) ku Pinarbaşi ya Qeyseriyê pêk anîn, tevlî refên gerîla bûn.

Demhat Geverê ku di 1990’î de hatiye dinê, li Geverê ji her cureyê lîstikên qirêj yên hikûmeta AKP’ê re  şahidî kiriye.

Gerîla Gever di encama zextên dewleta tirk de ji gund koçî Geverê kirine û dem behsa wan deman dike, ew salên bi êş ku gund hatin şewitandin û vala kirin anîn bîra me.

DIXWESETIN GUNDÊ ME BIŞEWITÎNIN

Gever wehşeta wan salan wiha anî ziman: “Ez li gund mezin nebûm. Di 1993’an gund hat valakirin. Gundê me welatparêz bû.  Ji ber vê hem zextên Îranê û hem jî yên Tirkiyeyê li ser bû. Dewleta tirk ji bo pêşî li tevgera azadiya kurd bigire êrîşên xwe domand. Gundiyan çek negirt û dewletê zêdetir zext pêk anî. Digotin em dê gundê we bişewitînin. Ji ber neçar bûn koç bikin.”

EZ KURDEKÎ HATIBÛM BÊDENGKIRIN BÛM

Gever wiha pê de çû: “Li bajar jiyan zehmetir bû. saziyên şerê qirêj zêde bûn. Dewletê bi taybet polîtîkayên şer yên qirêj li vir pêk dianî. Ligel ku me ev dijiyan jî me ferq nedikir.  Ji ber ku rehetiya sexte ya bajar em xapandibûn. Ji ber vê ruyê wê yê rast nedît. Min dibistana seretayî û lîse li Geverê xwend. Di wan salan de em ji nasnameya me dûr hatim xistin.  Em wek kurd razayî bûn. Em ji nirxên xwe dûr hatibûn xistin.”

AKP ÇETEBÛN Û TIRYAKÊ BELAV DIKE

Gerîla Gever got ku lîstikên qirêj yên dewleta tirk li Geverê didome û got: “Dewlet di nav ciwanan de tiryak û çetevaniyê belav dike.  Heta 2005’an em li dijî pergalê bê deng bûn. Lê di 2005’an de Gever rabû ser piyan. Dewletê ji ber vê yekê din ava ciwanan de tiryak û madeyên cuda belav kir. Dixwest pêşî li vê bigire. Êdî bikaranîna van madeyan zêde bibû. Dîsa çeteiyêî jî belav kir.”

DI AMADEYI DE 2 HEVALÊN MIN QETIL KIRIN

Gever destnîşan kir ku di lîseyê de pola duyemîn de di nava gel de çalakiyên mezin pêk dihatin û got: “Di van çalakiyan de 2 hevalên min şehîd ketin. Piştî vê min hebûna xwe ferq kir. Gel daxwazên xwe di wê çalakiyê de dianî ziman. Lê du hevalên me hatin qetilkirin. Piştre ez tevli xebatên ciwanan ên BDP’ê bûm. Ez êdî nediçûm dibistanê. Malbatê ji min pirsî.  Min jî got di  ez li dijî van pêkûtiyan bê deng namînim.”

JI BER KU EZ KURD BÛM DIGOTIN “TERORÎST”

Gever got ku ligel ku qet nedixwest biçe leşkeriyê dewleta tirk bi zorê di 2010’an de ew birine leşkeriyê û got: “Ji ber ku ez kurd bûm digotin terorîst.  Salên pir zehmet bûn. Em nedikirin şûna mirovan.  Ji ber vê min gelek zehmetî kişand. Min xwest ez xwe bikujim.  Jiyan li me kirin îşkence.”

DIVÊ EZ XWEDÎ LI ÊRÎŞ Û ANDOK DERKETIBAMA

Demhat Gever di berdewamiya axafatina xwe de wiha diyar kir: “Piştî çalakiya fedayî ya Pinarbaşi ya Qeyseriyê  min biryar da ku ez tevlî gerîla bibim. Ji ber ku ji wan hevalan yek Cengîz Ozek (Êrîş) ku çalakî pêk anîn hevalên min yê zarokatiyê bû. Tiştên min jiya bandorek gelek mezin li ser min kir. Cengîz hevalê min yê zarokatiyê bûn.  Hevalê Êrîş û Andok ji bo gelê kurd û serokatiyê çalakiya fedayî pêk anîbûn. Ji ber vê divê ez xwedî li çalakiya wan derketibama.  Divê min jî ji bo gelê kurd û şehîdan her tişt bikiran. Peywira min bû.  ji ber vê di 2012’an de ez tevli gerîla bûm.”

HER TIŞTÎ MIROV BI WATE DIJÎN

Gerîla Demhat got ku piştî tevli gerîla bûye jiyan hîn bûye û her tişt bi kurahî jiyaye û wiha got: “Dema hatim min jiyana gerîla nezanibû. Rojên pêşî di warê fizîkî de min zehmetî kişand. Bi taybet di meşên gerîla de.  Lê hevalên min wisa xweşik in ku hemû zehmetî ji holê rakirin. Gerîlatî hestek cuda ye.  Çiyayên Kurdistanê ez heyran hiştim. Jiyana li vir xweş e. Dema mirov derdikevin lutkeyên çiya, hezkirina jiyanê zêdetir dibe. Pergalê em kiribûn robot. Her kes xwe berpirsyar dibîne. Mirov her tiştî bi wate dijîn.”