Piştî çil salan li Xançepek'ê ye
Piştî çil salan li Xançepek'ê ye
Piştî çil salan li Xançepek'ê ye
Xanima Rihayî piştî çil salan li Xançepek'ê vegeriya. Destpêkê li Dêra Ermeniyan geriya, bêhn veda. Dûre jî ji deriyê şikestî yê hemama ku di zarokatiya xwe diçû, li ciwantiya xwe temaşe kir. Dema di ber mala xizmên xwe re derbas bû got, "Vê camê me bang li wê camê dikir, dipeyivîn. Bi gotina "Kes nizane niha li wir çi hene" nexwest biçe cihê mala wê lê bû.
Ermenî heta Qirkirina 1914 a Ermeniyan yek ji pêkhateyên girîng ên jiyana civakî, siyasî û aborî ya amedê bûn. Li bajêr di destpêka sedsala 20'an de 35 hezar Ermenî dijiyan.
Bazirgan û zeneatkarên Ermenî di jiyana aboriyê ya bajêr de xwedî cihekî girîng bûn. Sifirgerî, zêrgerî, çermvanî, tevngeriya qumaş xalî pîşeyên girîng ên Ermeniyan bûn.
Li Şaredariya Amedê, welatiyekî Ermenî weke serokê duyemîn wezîfe dikir. Nîvê endamên meclîsa şaredariyê, beşeke girîng a endamên meclîsa îdarî ya bajêr, di serî de Ermenî ji Xiristiyanan pêk dihat. Piraniya parêzer, doktor, dermanfiroş ên li Amedê Xiristiyan, Ermenî bûn.
Nifûsa ji 35 hezarî, heta sala 1927'an daket 3 hezarî. Li dû qirkirina Ermeniyan hejmara mirovên xwe li bajêr girtin ji sala 1970 û pê ve bi lez kêm bû. Taxa Ermeniyan, Dêra Sûrp Gîragos a li Xançepekê jî wêran bûn. Kûleya çanê ya dêrê di sala 1914'an de bi avêtina topan hatibû hilweşandin.
Weqfa Ermenî û Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, dêr li gorî rewşa xwe ya berê restore kirin. Dêr di 22'ê Cotmeha 2011'an de vebû.
Dêra ku herî dawî di 10'ê Îlonê de ayîn pêk anî, di rojên cejnê de rastî serdana bi sedan Ermeniyên ji bajêr û derveyî Tirkiyê tê. Yek ji van kesên hatine serdanê Xanim a ji Rihayê ye.
Xanima ji Rihayê ku li Xançepek a cihê dêrê dima, Suryanî ye. Hevserê wê jî Ermenî. Berî 40 salan dema pirsgirêkên tenduristiyê li kurê wê yê biçûk xwe dan der, ji bo dermankirinê neçar ma koçî Stenbolê bike. Ti carî jî venegeriya.
'ÊDÎ KES JÎ NEMABÛN'
Ji bo pirsa "40 salin çima hûn qet nehatin?" bersiva "Nebû" dide. Lê belê hevoka piştre tîne ziman, sedema rastî nîşan dide: Êdî kes jî nemabûn. Her kes çûbû deverekê.
Piştî 40 salan serdana Xanima Rihayî ya bi kur, bûk û neviyê xwe li Amedê kir, mîna xatirxwestinekê ye. Destpêkê li hewşa dêrê bêhna xwe veda, çaya xwe vexwar. Demeke dirêj li dêra ku ji nû ve hat restorekirin, temaşe kir.
Dûre jî, li kolanên Xançepekê ku demekê zarokatiya wê lê derbas bûbû, meşiya. Li wan kolanan, ji bilî bîranînê wê ti tiştek nemabû ku hilneweşiya bû. Ji ber ku Xançepek êdî veguheriye qada mexdûrên şer û xizanên bajêr xwe lê girtine. Her gavek li vê derê, xizaniyê vedibêje.
Xanima Rihayî hêdî hêdî li kolanan geriya. Dûre sekinî, hin tişt hatin bîra wê. Hin mal nîşanî kurê xwe da, navê wan bilêv kir.
LI CIWANTIYÊ TEMAŞE KIR
Dûre li ber hemama (serşok) taxê sekinî. Li şûna Hemama Yenî Paşa êdî xirbeyek hebû. Tişta ku nîşan dida ev xirbe hemam e, tabela bû. Xanima Rihayî mîna li ciwantiya xwe binêre, ji nava deriyê vekirî li hemamê temaşe kir. Û got, "Çi roj bûn."
Piştre çû kolaneke xizmên wê lê rûdiniştin. Du xaniyên li pêşberî hev nîşan da û got, "Ji vê camê ber bi wê camê ve em bi hev re dipeyivîn." Serê xwe hejand û demekê geriya.
Ber bi cihê malê ve meşiya, lê ji nişka ve dev jê berda, got "Em vegerin." Gelo rê dirêj bû yan jî bîranînên wê pêşî lê girt.
Got, "Kî zane niha li wir çi heye!" û hêdî hêdî vegeriya dêrê.