Piştî darvekirinê rejîmê dor li Selmasê girt
Piştî darvekirinê rejîmê dor li Selmasê girt
Piştî darvekirinê rejîmê dor li Selmasê girt
Hêzên rejîma Îranê, li dû darvekirina du siyasetmedarên Kurd ji bo pêşî li nerazîbûnan bigire çûn û hatina bajarê Selmas û derdora wê qedexe kir. Li bajêr leşker û polîs di nava tevgerê de ne.
Rejîma Îranê di 26'ê Cotmehê de li girtîgeha Ûrmiyê girtiyê siyasî Hebîbûllah Gulperîpûr û li girtîgeha Selmasê jî girtiyê siyasî Riza Îsmaîl Mamedî (Îlham Mamedî) bi darve kir.
Hat ragihandin, Îlham Mamedî yê di sala 1978'an de li bajarê Selmas ê Rojhilatê Kurdistanê hat dinyayê, xwedî malbateke berfireh û welatparêz e. Hat hînbûn ku Îlham Mamedî yê zewicî û bavê du zarokan e, beriya were girtin bazirganiya li ser sînor dikir. Di sala 2006'an de ji ber şewata ji kapsuleke gazê derket, hevser û du zarokên wî jiyana xwe ji dest dan.
Di sala 2008'an de li ser gilîkirinekê, bi endametiya Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) ku li Rojhilatê Kurdistanê têkoşîna azadiyê dimeşîne hat sûcdarkirin û girtin. Bi sedema piştgirî daye PJAK'ê rastî îşkenceyên giran hat. Piştî demekê ji aliyê dadgeha Komarê ya Xoyê bi sûcdariya "li dijî rejîmê sûc kiriye" û "alîkarî daye PJAK'ê" cezayê darvekirinê lê hat birîn.
Li gorî parêzerê Îlham Mamedî ev ceza di sala 2013'an de veguherî cezayê girtîgehê yê 25 salan. Lê belê 25'ê Cotmehê roja Înê Mamedî ji girtîgeha Selmasê hat wergirtin û ew birin cihekî cuda. Piştî rojekê yanî di sibeha 26'ê Cotmehê de jî rayedarên Îranî bi telefonê li malbat wî geriyan û diyar kirin ku cenazeyê Mamedî li goristana li ser rêya Ûrmiyê hatiye veşartin.
Piştî ku bûyer hat bihîst, komeke girseyî ya piraniya wan jin bû cenaze ji gora li ser rê derxist û bir gundê Dêrik ê Mamedî lê ji dayik bûye. Malbat û xizmên Mamedî li vê derê rastî astengiya hêzên rejîma Îranê hatin. Malbat li êrîşa rejîmê rast hat û heqaret li wan hat kirin. Bi şertê ku cenaze bi bêdengî were veşartin, ji malbatê re hat dayîn.
Hêzên rejîmê destûr neda gel ku li mizgeftê li hev kom bibe. Şêniyê bajêr ji bo sersaxiyê ber bi mal malbata Mamedî ve diherike.
Di vê navberê de hat ragihandin ku di dema şuştina cenazeyê Mamedî de şopa îşkenceyê li laşê wî hatine dîtin.
Hat hînbûn, li dû darvekirinan nerazîbûnên li Rojhilatê Kurdistanê her diçe mezin dibin. Tê gotin li gelek bajaran xwepêşandanên protestoyî tên lidarxistin. Hêzênr ejîma Îranê çûn û hatina bajarê Selmas, navçe û gundên derdorê rawestandin. Rêyên diçin bajêr, di bin kontrolê de ne.