Piştî fîrarê têkiliya li gel girtiyan qut bû

Piştî fîrarê têkiliya li gel girtiyan qut bû

Hemû têkilî bi 18 girtiyê ku ji Girtîgeha Tîpa M ya Çewlikê fîrar kirin qut kirin. Destûr nadin parêzer muwekîlên xwe ên li girtîgehê bibînin.

Piştî 18 gerîlayên PKK’ê şeva 24-25’ê Îlonê ji Girtîgeha Tîpa M ya Çewlikê tunel kûlan û fîrar kirin, parêzeran daxwaza hevdîtina bi muwekîlên xwe re kir, lê lêpirsîna mufetîşên girêdayî Wezareta Edaletê hincet nîşandan û destûr nedan.

Hate ragihandin ku, di çarçoveya lêpirsîna “veşartî” de mufetîşan îfadeyên leşkerên peywirdar, gardiyan, girtî û hikumxwariyan girtin.

Di vê navberê de BDP’a Çewlikê jî ji bo derbarê girtiyên di girtîgehê de agahiyê bigirin dê sibe di demjimer 17:00’an de li ber girtîgehê çalakiya rûniştinê pêkbînin.

Fikar hene ku, girtiyan sirgûnî girtîgeha Tekîrdagê bikin.