Piştî girtina Ocalan 14 salin keyf û şahî li xwe heram kiriye

Piştî girtina Ocalan 14 salin keyf û şahî li xwe heram kiriye

Li bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê jina bi navê Terfa Ebdela ya 35 salî ji 15'ê sibata 1999’an keyf û şahî li xwe heram kiriye û ji wê demê de ji mala xwe derneketiye.

Di  15'ê sibata 1999’an Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan radestî hikûmeta Tirk hate kirin, ji wê rojê ve Kurdistanî li her deverê bi çalakiyên cûda komployê şermezar dikin, gelek kesan canê xwe dan ber agir, hin kesan bi girêdana reş û çalakiyên protesto kirinên cûda komplo şermezar kirin, jina Kurd Terfa Abdela jî xwe ji her tiştekî mehrûm kir û mal ji xwe re kir zindan.

Terfa Ebdela ji roja 15'ê sibata 1999’an navê xwe kir Jiyan Abdela, keyf û şahî li xwe heram kir, ji wê demê ve Jiyan ji mala xwe derneketiye û reş girêdaye. Terfa Abdela(Jiyan) di derbarê derneketina xwe ya ji malê ji beriya 14 salan vegot: ''Beriya ku ez fikrê Serok Apo nas bikim, min xwe wek kesekê ku li cîhanê windabûyî hîs dikir, lê dema min fikrê Serok Apo naskir çavê min li cîhanê vebû, min ji fikir û felsefeya Rêber Apo hez kir, nedîtina Serok Apo ez ji xwe re wek bêşansiyekê dibînim.''

Bavê Jiyan Abdala(Terfa) diyar kir dema ku Jiyan xebera dîlgirtina Serok Apo bihîst, keyf û şahî li xwe heram kir, reş girêda û ji wê rojê ve li mal qet derneketiye derve û got: '' Keça min Jiyan ev 14 salin ji mal derneketiye, me pir hewilda ji bo ku em Jiyan dexin derve, lê Jiyan dibêje ku min derketin li xwe heram kiriye.'' Her wiha dayîka Jiyan Abdala(Terfa) jî dibêje; me gelek hewildan kirin, ji bo em Jiyan ji mal derxînin, lê bersiva ku dida me û dibêje; ''Ez ji mal derkevim û Serokê min di zindanê de ye.''Ji wê demê ve derneketiye û bi wêneyên Serok Apo odeya xwe xemilandiye.

Di derbarê navê xwe de Jiyan da zanîn û got: ''Navê min yê rastî Terfaye, min ji roja girtina Serokê xwe ve, navê xwe kir Jiyan, ji ber ku dixwestin jiyana me tunebikin, lê ji bo ku ji wan re bibêjim hûn nikarin jiyana me tunebikin, min navê xwe kir Jiyan''.