Piştî mîtînga Wanê pevçûn: 1 jê giran 2 kes birîndar bûn

Piştî mîtînga Wanê pevçûn: 1 jê giran 2 kes birîndar bûn

Mîtînga Herêma Wanê ya ji bo Aştiya Cîhanê ku bi tevlebûna 10 hezaran kesan pêk hat bi dawî bû. li taxa Xaçortê polîsan mudaxaleyî girsê kir û di mudaxaleyê de 1 jê giran 2 ciwan birîndra bûn. 5 kes jî hatin binçavkirin.

Li Herêma Wanê bi minasebeta 1'ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê bi tevlêbûna 10 hezaran kesan mîtîngek girseyî pêk hat. Girseya ku di mîtîngê de bi reng û ruyê xwe daxwazên xwe yên ji bo aştiyê û Azadiya Rêberê PKK'ê anî ziman, piştî mîtîngê meş pêk anî. Girseya ku piştî mîtîngê meşiya taxa Xaçortê rastî mudaxaleya polîsan a bi bombeyên gazê hat. Bi mudaxaleya polîsan re di navbera polîs û ciwanan de pevçûn derket. Di pevçûnê de 1 jê giran 2 ciwan birîndarbûn. 5 kes jî hatin binçakirin.

Der barê hêjmara kesên hatin binçavkirin de agahiyên saxlem nehat wergirtin. Hat zanîn ku rewşa ciwanê birîndar bû giran e û pevçûnan li kolan û taxan berdewam dike. Nehat zanîn ku kesên hatin binçavkirin birin ku.