Piştî Neteweyên Yekbûyî, Yekîtiya Ewropayê jî pêkanînên li ser Îranê xist meriyetê
Yekîtiya Ewropayê di çarçoveya biryara Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) de pêkanînên li ser Îranê jinûve xist meriyetê.
Yekîtiya Ewropayê di çarçoveya biryara Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) de pêkanînên li ser Îranê jinûve xist meriyetê.
Di daxuyaniya Konseya Yekîtiya Ewropayê de hate ragihandin ku ji ber karên nukleerî yên Îranê "hin tedbîrên astengkirinê jinûve ketin meriyetê."
Li gorî biryara êvara Şemiyê ya KENY, kes, sazî û şîrketên ku tevkariya yekser an jî neyekser li bernameya nukleerê û karên pêşvebirina fuzeyên balîstîk ên Îranê dikin, dikevin ber pêkanînan.
Di biryara Yekîtiya Ewropayê de li gel pêkanînên Neteweyên Yekbûyî her wiha rawestandina malên Banka Navendî ya Îranê, astengiyên aborî û bazirganiyê jî hene.
Îranê roja Yekşemê daxuyaniyek da û jinûve ferzkirina van pêkanînan weke "Neheqî û bêhincet" pênase kir.
Piştî ku welatên Rojavayî û Tehranê li ser bernameya nukleerê li hev nekirin, pêkanîn jinûve ketin meriyetê.