Piştî operasyonên qirkirinê zindan û ji zîndanê jî ber bi çiyayan ve
Piştî operasyonên qirkirinê zindan û ji zîndanê jî ber bi çiyayan ve
Piştî operasyonên qirkirinê zindan û ji zîndanê jî ber bi çiyayan ve
Hukûmeta AKP’ê polîtîkayên qirkirinê yên li ser gelê Kurd didomîne. Gerîla Sîdar Munzur (Osman Bekî) ê ku piştî demek di girtîgehê ma, tevlî nava refên gerîlayan bû, got: “Pêkanînên şerê taybet ên dewleta Tirk ên li hemberî gelê Kurd ne bes bû, îca bi operasyonên siyasî Kurdan di girtîgehan de qetil dikir.”
Gerîlayê HPG’ê Sîdar Mûnzûr (Osman Bekî) sala 1988’ê li Çewlikê hatiye dinê. Sîdar diyar kir ku ew li Çewlika ku her tim bi zextên dewleta Tirk re rû bi rû ye, ji dayik bûye û heta 12 saliya xwe bi van polîtîkayan re jiyaye.
Gerîla Sîdar diyar kir ku ew ji ber zextan ew tevî bavê xwe yê memûr neçar mane ku koçberê Erziromê bibin û wiha dibêje: “Di sala 2000 de em koçberê Erziromê bûn. Di van deman de Rêberê me di encama komployeke navneteweyî de hatibû giritn û radestê Tirkiyeyê hatibû kirin. Ji ber ku ez Kurd bûm, ez li dibistana navîn weke “terorîst” hatibûm deqkirin. Ez her tim dihatim qewirandin. Ev yek jî bû sedem ku ez bi xwe xwe qebûl bikim û îsbat bikim. Heta salên amadeyî (lîse) ez bi xwe re di nava têkoşînê de bûm. Piştre min li zanîngehê ciwanên welatparêz ên Kurd nasî.”
‘BER BI TUNEBÛNÊ VE DIÇÛM’
Sîdar Mûnzûr diyar kir ku piştî dibistana amadeyi diqedîne, careke din vedigere Çewlikê û li wir li rastî zextan tê û wiha domand: “Sîstemê madeyên hişber belav dikir û dixwest em ji nirx û civaka xwe dûr bikevin. Derdora min bi polîtîkayên taybet ên dewletê dihate xapandin û bandora polîtîkayan êdî hebû. Ji ber ku piraniya derdora min madeyên hişber bi kar dianîn. Ez wê demê pir xemsar bûm. Wê demê ewqas berxwedana gel hebû, lê ez xemsar bûm. Ber bi tunebûnê ve diçûm.”
Gerîla Sîdar ragihand ku wî bi xwendina pirtûk û kovaran êdî hêdî hêdî PKK’ê nas kiriye û vê yekê jî weke pêvajoya herî girîng a jiyana xwe bi nav dike. Gerîla Sîdar got: “Piştî ku min PKK’ê nas kir, ez ketim nava xebatên ciwanan ên DTP’ê. Di wê demê de operasyonên siyasî pêş diketin. AKP’ê 14’ê nîsana 2009’ê dest bi girtina ciwan û siyasetmedarên Krud kir. AKP’ê dixwest ciwanên Kurd tune bike. Ez jî van operasyonan de hatim girtin. Ez sê mehan li Aydinê û mehek jî li Îzmîrê di girtîgehê de mam.”
‘XWESTIN BIBIM AJAN’
Gerîla Munzur diyar kir ku polîsan pêşniyara sîxûrtiyê ji hevaln wî re kiriye û got: “Polîsên AKP’ê di dema girtinê de pêşniyara sîxûrtiyê ji hevalên me re kirin. Ji ber ku em li hemberî vê yekê derketin, dadger çalakiyên ku em tevil bûne kir hincet û em hatin giritn. Jixwe armanca wan tenê girtina me bû. Di dadgehê de jixwe mafê axaftinê nedan me.
HEVALÊN MIN HATIN QETILKIRIN
Gerîla Sîdar got: “Gava em çûm girtîgehê, girtiyên siyasî tune bûn. Me bi xwe rêxistin kir, me dest bi perwerdeyê kir. Ev sekna me jî li rastî êrîşên dijmin hat. Me jî li hemberî vê yekê li ber xwe da. Di şevekê de 11 hevalên me şandin Girtîgeha Tîpa F ya Îzmîrê. Piştî ku 4 mehan di girtîgehê de mam, derketim. Piştre min bihîst ku hevalek ê qawişê bi îşkenceyê ji aliyê leşkeran ve hatiye kuştin.”