Artêaş Amerîkayê piştî wesayitê bê mirov ên hewayî, vê carê jî botên êrîşê yên bê mirov ku dikarin êrîşên bi fuzeyan pêk bînin pêş xist. Hêza deryayi ya DYA’yê ceribandinên yekem ên van botên êrîşê di hefteya borî de pêk anî.
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, DYA’yê yek ji van botên êrîşê yên bê mirov, hefteya berê ceribandin. Hat diyarkirin ku ceribandina yekemîn a van botên êrîşê yên ku dikarin 6 fuzeyên Îsraîlê biavjin, bi ser ket.
Hêza deryayî ya DYA’yê bi daxuyaniyekê aşkere kir ku ev botên êrîşan dikarin ji bo hedefên bejahî û hewayî bên bikaranîn. Her wiha, ji bo navendên fermandeya çekên mezin jî tê bikaranîn.
Tê diyarkirin ku dibe ev botên êrîşan ên bi hevkariya Îsraîl û DYA’yê hatine çêkirin, dibe ji bo şerek muhtemel a li dijî Îranê bên bikaranîn.