Piştî Qeddafî binpêkirinên mafan zêde bûn

Piştî Qeddafî binpêkirinên mafan zêde bûn

Piştî destwerdana bi armanca demokrasî û mafê mirovan a bi piştgiriya hêzên rojava li hemberî Lîbayê pêk hatin, binpêkirinên mafên mirovan ji yên serdema rejîma Qeddafî zêdetir bûn.

Li gorî agahiyên Rêxistina Çavdêriya Mafê Mirovan a Lîbyayê dane, piştî hilweşandina rejîmê, herî kêm 20 kes di bin çavan de bi îşkenceyê hatin kştin. Ji raportorên rêxistinê Nasir El Hawarî diyar kir ku gelek bûyerên wiha û îşkenceyên di bin çavan de ji aliyê raya giştî ya derve ve nayê zanîn.

Li gorî rêxistinê, milîsên li hemberî Qeddafî şer kirin, bi armanca tolhildanê gelek caran êrîşê Efrîkayiyên reş ên piştgirî didan Qeddafî kirine. Der barê hejmara kuştina alîgirên rejîmê de heta niha agahiyek zelal nehatiye dayîn. Li gorî hin çavkaniyan, hezaran kes hatien kuştin.

Di girtîgehên Hikûmeta Kosneya Demkî de heta niha nêzî 6 hezar alîgirên rejîma Qeddafî hene. Her çendî salek derbas bû, lê tu kesek jî dernexistine pêşberê dadgehê.

Milîs dikarin raste rast kesên di kolanan de dimeşin û li xalên kontrolê bigirin binçavan. Ev yek jî bi taybet li hemberî biyanî û reşikan pêk tê. Kesên têne binçavkirin jî li şûna bibin dadgehê, dibin beramberê serokên eşîretan.

Hema bêje hemû şêniya ciwan a welêt çekdar in.