PJAK çû serdana avahiya hilbijartinê ya PÇDK'ê

PJAK çû serdana avahiya hilbijartinê ya PÇDK'ê

Heyeta PJAK’ê li bajarê Hewlêrê çû serdana buroya hilbijartinê ya PÇDK’ê û di hilbijartinên Parlamenta Herêma Kurdistanê de piştgirî da PÇDK'ê.

Heyetek ji Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) ya ji endamê Koordinasyonê PJAK’ê Rêzan Cawîd û Berpirsê Têkiliyên PJAK’ê yê Herêma Kurdistanê Arwîn Ehmedî Por pêk dihat, duh êvarê çûn serdana buroya hilbijartinê ya PÇDK’ê ya Hewlêrê. Heyet ji aliyê namzetên lîsteya 113 a Partiya Çareseriya Demokrata Kurdistan (PÇDK) Hesen Saleh Hesen, Tara Husên Mihemed û Şakir Mistefa Mewlûd ve hat pêşwazî kirin. 

Di hevdîtinê de Hesen Saleh Hesen der barê xebatên xwe yên hilbijartinê û projeyên xwe de agahî da heyeta PJAK’ê û ji bo serdana wan kêfxweşî û şanaziya xwe anîn ziman. 

Li ser navê heyeta PJAK’ê Rêzan Cawîd jî balkêşand ser rewşa dawî ya siyasî ya Herêma Kurdistanê û diyar kir ku PÇDK di dîroka xwe de cara yekemîne dikeve hilbijartinên Parlementa Herêma Kurdistanê. Cawîd ragihand ku ew vê yekê ji bo PÇDK'ê weke gaveke erênî û serketî dibînin û hêvî û daxwazên xwe pêşkêşî PÇDK'ê kir.