PJAK’ê bang li rejima Îranê kir

PJAK’ê bang li rejima Îranê kir

Piştî ku di rojên dawî de rejima Îranê zextên xwe li Rojhilatê Kurdistanê zedekirin û girtin zêdebûn, PJAK’ê daxuyaniyek da. PJAK’ê siyaseta rejima Îranê şermezar kir û bang Îranê kir ku, dest ji zextên li ser Kurdan berde û pirsgirêka Kurd çareser bike.

Di rojên dawiyê de rejima Îslamî ya Îranê zext li ser gelê Kurd yê Rojhilatê Kurdistanê zêdekirin û li gelek deveran Kurd binçavkirin, her wiha dadgerên rejimê cezayê darvekirinê li girtiyên Kurd dibirin.

Koordînasyona Partiya Jiyana Azad ya Kurdistanê (PJAK) daxuyaniyek nivîskî weşand û da diyarkirin ku, di dîmenên dawî de bi awayek ber bi çav zextên xwe zêdekirine, di serî de li Mahabad, Şino, Sîne, Pawe û gelek deverên Rojhilata Kurdistanê çalakgerên siyasî têne girtin û heya niha jî sedema wê nediyare.

"Di demekê de ku gelek çalakên siyasî hatine girtin, çalakê siyasî yê kurd Elî Ehmed Silêman, di demekê de ku 5 sal cezayê xwe qedandibû û divaya bû hatibûya berdan, ji nû ve bi cezayê darvekirinê hate mehkûmkirin. Ev zextên rejîmê di demekê de li Rojhilatê Kurdistanê zêde dibin ku têkoşîna azadîxwaz a gelê Kurd gihiştiye asta herî jor, çareseriya aştiyane ya pirsa kurd û qebûlkirina rastiya gelê me xwe li her deverê ferz dike."

Daxuyanî wiha dewam dike:"Girtina çalakên siyasî yên Kurd û mehkûmkirina wan bi cezayê darvekirinê, bi taybet di qonaxek wisa de ku nîqaşên çarenivîsa kurdan têne kirin, nîşana dijberiya li hember gelê Kurd û di heman demê de israra di siyaseta qirkirinê û helwestek mîlîtarîstî ye."

Koordînasyona PJAK diyar dike ku, bêguman gelê Kurd wê vê helwesta Komara Îslamî bi ti awayan qebûl neke û wiha got:"Em van siyasetên rejîmê mehkûm û şermezar dikin. Di heman demê de em Komara Îslamî hişyar dikin ku dest ji van siyasetan bikişîne û di siyaseta xwe ya di pirsa Kurd de pêdeçûnek ciddî bike. Li şûna vê siyaseta dijber, divê rejîma Îranê ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd gavên lezgîn bavêje. Divê rejîma Îranê baş jî zanibe ku gelê Kurd bi van siyasetan wê ji têkoşîna xwe ya rewa paşde gavan navêje, di vê derbarê de heta dawî bi biryar e."

Di dawiya daxuyaniyê de bang li gelê Kurd li Rojhilatê Kurdistan û bajarên Îranê jî tê kirin ku li beramber van siyasetên rejîmê xebatê xurt bikin û bi taybetî di Newroza îsal de, bi slogana "yan azadî, yan azadî" li hemû qadan asta têkoşînê bilind bike û Newroza îsal bikin qonaxek nû di têkoşîna azadiyê de.