PJAK’ê nasnameya 2 gerîlayên jiyana xwe ji dane aşkera kir

PJAK’ê nasnameya 2 gerîlayên jiyana xwe ji dane aşkera kir

Komîteya Şehîdan a Partiya Jiyana Azad a Kurdistan (PJAK)’ê bi daxuyaniyeke niviskî nasnameya 2 gerîlayên xwe yên di demên cuda de jiyana xwe ji dest dane aşkera kir. Di daxuyaniyê  tê destnîşankirin ku wê di şopa şehîdan de têkoşîn bê bilindkirin û xeta wan bê xurtkirin.

Komîteya Şehîdan a Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) bi daxuyaniyekê şehîdên meha Tebaxê bi bîr anî û nasnameya du gerîlayên di meha Tebaxê  de di demên cuda de jiyana xwe ji dest dane aşkera kir.

Komîteya Şehîdan di daxuyaniya xwe de balê dikişîne ser giringiya şehîdan û wiha berdewam dike: “Em wek Komîteya Şehîdên PJAK’ê şehîdên meha Tebaxê ku, di dem û cihên  cuda de jiyana xwe ji dest dane bi bîr tînîn û li ser navê hemû hevalên xwe dubare soza bilindkirina têkoşîn û doza  wan didin ku heta bigihêjin azadiyê em ê  têbikoşin. Em ê armancên wan ên pîroz biparêzin û em ê xebata xwe geş û bilind bikin.” Her wiha komîte daxwazê ji xizmên cangoriyan dike ku, asta têkoşînê bilind bikin.”

Nasnameya her du gerîlayên ku nasnameya wan hatiye aşkera kirin wiha ye:

Ridvan Turen, bi nasnav Şiyar Şer li Erdîşa Wanê ji dayik bûye û di sala 2007 ‘an de li Qendîlê jiyana xwe ji dest daye.

Şervan Nergiz, bi nasnav Şervan Murat li Amedê ji dayik bûye. Di sala 2006’an de li Qendîlê jiyana xwe ji dest daye.