PJAK: Zext û darvekirin agirbest xistiye xeteriyê
PJAK: Zext û darvekirin agirbest xistiye xeteriyê
PJAK: Zext û darvekirin agirbest xistiye xeteriyê
Koordînasyona Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) bi daxuyaniyekê diyar kir ku darvekirina 2 siyasetmedarên Kurd agirbesta heyî xistiye xeteriyê û rejîma Îslamî ya Îranê hişyar kir. PJAK'ê destnîşan kir ku darvekirin dê bêbersiv nemîne û banga bilindkirina têkoşînê li gelê Kurd kir.
Koordînasyona PJAK'ê bi daxuyaniyeke nivîskî bal kişand ser zêdebûna zextên Komara Îslamî ya Îranê ya li hemberî gelê Kurd û got, "Komara Îslamî ya Îranê bi hewldanên xwe yên dawî re li gel bidawîkirina agirbestê dixwaze li hemberî gel û gerîla operasyonên berfireh pêk bîne. Her wiha bi avakirina komên kontra re, li ser gel îşkence û tundiyê dimeşîne û li girtîgehan jî îşkence û tundiyên li ser giriyên siyasî zêde kiriye."
'AGIRBEST DI XETERIYÊ DE YE'
PJAK'ê di daxuyaniyê xwe de ragihand ku mîna her carê rejîma Îranê bi êrîş, zext û darvekirina girtiyên siyasî yên Kurd bersiv daye hewldanên tevgera wan ên ji bo mayîndekirina agirbestê û çareseriya pirsgirêka Kurd bi rêyên demokratîk.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Bi darvekirina yek ji kadroyên pêşeng ê partiya me Hebîbûllah Gulperîpûr re, Komara Îslamî ya Îranê li hemberî gelê Kurd bi taybet gelê Rojhilatê Kurdistanê ketiye nava hewldaneke metirsî. Dijderketina van êrîşên rejîma Îranê û xwedîderketina li nirxên neteweyî, weke wezîfeyeke cidî û pêwîst derdikeve pêş."
'DARVEKIRIN DÊ BÊBERSIV NEMÎNE
Koordînasyona PJAK'ê da xuyakirin ku di rewşeke bi vî rengî de agirbest ketiye rewşeke zehmet û bang li hemû aliyên siyasî yên Komara Îslamî ya Îranê kir ku pirsgirêka Kurd careke din di ber çavan re derbas bikin.
Di daxuyaniyê de polîtîkaya Îranê ya zext û darvekirinan hat şermezarkirin û hat gotin, "Ev êrişên rejîma Îranê ku bi taybet bi darvekirina kodroyên pêşengên partiya me Şehîd Bahoz Sine û kadroyê herêmî şehîd Reza Îsmaîl bê bersiv na hêlîn.”
BANGA BILINDKIRINA TÊKOŞÎNÊ
PJAK’ê di dawiya daxuyaniya xwe de wiha got: “Di vê çerçeveyê de bang li hemû gelê kurd yên hemû beşên Kurdistanê bi teybet li gelê Rojhilatê Kurdistanê, hemû aliyên civakî û kesayetên rewşenbîrên kurd dikîn ku bi şêweyekî girseyî û bi çalekiyên cuda cuda xwedî li şehîd Bahoz Sine û heval Reza Îsmaîl bikin. Êrişên komara Îslamiya Îranê li hemberî gelê kurd şermezar bikin û xwedî sekin bin. Di heman demê de bang li gelê me yê Rojhilatê Kurdistanê li dijî hewildanên metirsiyadar yên komara Îslamiya Îranê li dijî gelê me li Rojhilatê Kurdistanê xwedî sekin bin û erkê neteweyî û nîştîmanî xwe bi cih bînin.”