PKK: Berxwedana kurdan dê qedera gelên herêmê biguhere
PKK: Berxwedana kurdan dê qedera gelên herêmê biguhere
PKK: Berxwedana kurdan dê qedera gelên herêmê biguhere
PKK’ê balkişand ser hameleya înşakirin jiyanek azad û rizgariya demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdudllah Ocalan daye dest pêkirin û banga li hemû gelê Kurd û aliyên demokratîk kir ku Newroza herî bi heybet a dîrokê pîroz bikin. PKK balkişand ser rola Konfederasyona Med ya dîrokê û got, bi hezaran salan şûnde diyar kir ku, rewşeke heman rengî îro bi berxwedana gelê Kurd pêk tê.
Komîteya Rêveber a PKK’ê peyamek weşand û Newroza Rêberê Gelê kurd Abdullah Ocalan û gelê Kurd pîroz kir.
PKK’ê diyar kir ku, Ocalan hamleyeke nû daye destpêkirin û got: “Hamleya înşakirina jiyaneke azad û rizgariya demokratîk di Newroza 2013’an watedartir bûye. Ji ber vê Newroz ku cejna gelê Kurd û Rojhilata navîne divê ruhê serhildanê û ruhê înşakirina jiyaneke azad bê pîrozkirin.
AGIRÊ JI 3 ÇOPÊ KÎBRÎTA MAZLÛM DOGAN PÊ KET…
Daxuyaniyê wiha berdewam kir: “Feraseta mezinkirina hevdemkirina nirxên azadiya civakê karekterê herî sereke yê PKK’ê ye. Berxwedana Mazlûm Dogan a li Zîndanên Amedê bû Newroz û esasa herî mezin ya vê kevneşopiyê ye. Agirê ji 3 çopê kîbrîta Mazlum Dogan derket, bi qasî ku hîmên faşîzma 12’ê îlonê bişewitîne bi hêze. Pergala faşîst nekare agirê ji destê Mazlûm Dogan derketiye vemirîne, li serên çiyan mezin bûye. Di her demê de agirê Mazlum Dogan dewr hatiye girtin. Bedena xwe dane ber agir. Zekiye alkan, Rahşan Demîrel, Sema Yuce, Ronahî û Bêrîvan pêşengên têkoşîna me ne. Em soza xwe ya bilindkirina têkoşînê ya ji b ovan hevalan dubare dikin. Em Newroza Serok Apo, gelê xwe û hemû hevalên pîroz dikin”
NEWROZ SEMBOLA RUHÊ JIYANA AZAD A KURDANE
PKK’ê wiha got: “Newroz bo kurdan roja serkeftin, berxwedan û destpêkane. Newroz ne tenê destpêka salek nûye. Roja li dijî koletiyê berxwedane. Roja pêşxistian qadên jiyaneke nû û derbaskirina zivistanên reş û dirêje. Newroz sembola ruhê jiyaneke azad a kurdan e. Yanî ligel ku bi pîrozkirina coşa jiyaneke hatiye qezekirinê, Newroz xwedî wateyeke siyasî û civakî ye. bi derketina partiya me PKK’ê re karekterekî netewî hatiye qezenckirin.
KONFEDERASYONA MED
PKK’ê diyar kir ku, Rêber Apoû PKK di salên destpêkê yên têkoşînê de ji aliyê gel ve hatiye hezkirinû qebûlkirin û gto: “Di destpêka dîroka têkoşîna me de serhildanên Cizîr û Nisbêbînê ruhê berxwedana Mazlûm, Bêrîvan û Kamûranan bilind kiriye û ji taritiyê derxistiye. Vê kevneşopiya azadiyê bandor li ser hemû gelên cîhanê kiriye.
Têkoşîna azadiya gelê Kurd, wekî ku her tim dîrokê de pê khatiye li hemû herêmê bûye hêviya azdiya gelên herêmê. Çawa ku bi saya berxwedana Konfederasyona Medê hemû gelên herêmê ji zilma Dehaq xilas bûne , bi hezaran salan şûnde îro jî heman rewş pêk tê.
HAMLEYA AVAKIRINA JIYANEKE AZAD Û RIZGARIYA DEMOKRATÎK
Daxuyaniyê wiha berdewam kir: “têkoşîna li Kurdistanê bandorê li ser hemû herêmê dike. Rêber Apo ji ber geşedanên li Herêmê pêk tên hamleyeke nû daye destpêkirin. Hamleya înşakirina jiyanek azad û rizgariya demokratîk Newroza 2013’an watedartir kiriye. Hemû gelê Kurdistanê û aliyên eleqeder li bendê vê rojê ne. dê hîmê lêgerîneke jiyana azad a gelan ava bike. Pêşeroja gelên kurd, tirk,ereb, fars, ermen,yahudî , laz, asurî bi hev egirêdayîne. Ji ber vê divê her kes piştgiriyê bide pêvajoya hameleya Rêber Apo daniye holê.
NEWROA HERÎ BI HEYBET
PKK’ê diyar kir ku, ew careke din biryara xwe ya azadkirina gelan û meşa berbir sefkeftinê dubare dikin û got: “Bi pêvajoya nû ya ku serokatiya me daye destpêkirin em careke din cejna Newrozê pîroz dikin. Di serî de jinên ciwan û ciwan hemû gelê me, aliyên demokratîk divê tevlî Newroza îsal ya bi heybet bibe.”