PKK: Bila Newala Qesaba û gorên komî yên din bên vekirin
PKK: Bila Newala Qesaba û gorên komî yên din bên vekirin
PKK: Bila Newala Qesaba û gorên komî yên din bên vekirin
Komîteya Rêveber a PKK’ê di salvegera şehadeta fermandarê mezin Mahsum Korkmaz de daxuyaniyek da û bang kir ku divê gorên komî û Newala Qesaba bê vekirin. PKK’ê wiha got: “Divê hemû gorên komî di serî de ya Newala Qeseban bên vekirin û cenazeyên hemû qehremanan li cihên ku heq dikin vebibe.” Her wiha PKK’ê banga tevlibûna meşa Amara ya 4’ê nîsanê kir.
PKK’ê bi wesîleya salvegera şehadeta Fermandar Egîd de daxuyaniyek da û got ku vekirina gorên komî û Newala Qesaban ku Korkmaz û hevalên xwe tê de ne, peywira mirovahiye û banga tevlibûna meşa Amara ya 4’ê nîsanê kir.
PKK’ê wiha got: “Rojên qehremaniyê yên gelekî, rojên hebûna gelan e. Rojên derxistina holê ya hebûna gelê kurd wek Hefteya Qehremaniyê tê binavkirin û gelê me ev hefte wek 21-28’ê Adarê nîşan dane û vê hefteyê qehremanên fedayî bi bîr tînin. Hefteyê qehremaniyê bi çalakiya qehremaniyê ya Mazlum Dogan ku di zindana Amedê de pêk anî dest pê kir û heta heta têkoşîna Egîd (Mazsum Korkmaz) û şehadeta wî berdewam kir.”
PKK’ wiha domand: “Cejna Vejînê ya Gelê kurd bê guman pêngavên bi heybet ya 15’ê Tebaxê ku bi pêşengiya fermandarê mezin Egîd pêk hat û di xeta rêbertiyê de bi seknek bê teredut û cesaret de pêk anîbû. Heval Egîd li Kurdistanê gerîlatî pêş xist û pêşengiya vê kir. Di dilê xwe de, ruhê xwe de mêjiyê xwe de ev bi kurahî jiyan û ev sekna wî ya mezin gelekî ku tune bibû, ji bin axê derxist û ji helandinê rizgar kiriye. Li Kurdistanê rastiya civak û kesekî ku ji azadiya xwe têdikoşe nîşan daye. Ji ber vê sedemê fermandarê pêşeng yê vê pêvajoya dîrokî, qehremanekî netewî yê raste.
Fermandar Egîd 27 sal berê îro di pêngaveke ku li civakên kurd û tirk xwîn dihate vereşandin, şehîd ket û ev ji bo gelê kurd wendahiyeke gelek mezin bû. Bi wesîleya 27’emîn salvegera vê şehadetê em li ber hemû şehîdên Kurdistanê bejna xwe ditewînin û em soza xwe ya ji bo bilindkirina têkoşîn wan dubare dikin.”
PKK’ê got: “Lê çawa ku îro cihên gora Şêx Seîd û Seyît Riza nayê zanîn û heval Egîd jî nayê zanîn. Li Kurdistanê li jî politîkayên komkujiyê têkoşîn dayîn, jiholêrakirina siyaseta înkar û îmhayê xwedî cihekî gelek girînge. Îro li Kurdistanê gorên komî û Newala Qesaban ku fermandar Egîd jî di nav de heye hene. Vekirina van goran peywira mirovahiye û di heman demê rewşeke wijdaniye.
Gelê me ji Newroza 2013’an heta hefteya Qehremaniyê meşa azadiyê berfireh kiriye û ev jî nîşandeya serkeftina xeta Egîdane. Baweriya me heye ku dê gelê me meşa azadiyê di 4’ê Nîsanê de derbixe lutkeyan.
Di vê esasê de em fermdar Egîd careke din bibîr tînin û cesaret û biryara wê dê ji bom e her tim bibe nexşerê.”