PKK’ê Rûstem Cûdî û ‘şehîdên Xakurkê’ bi bîr anî

PKK’ê Rûstem Cûdî û ‘şehîdên Xakurkê’ bi bîr anî

Komîteya Rêveber a PKK’ê endamê Desteya Rêveber a KCK’ê Rûstem Cûdî, endamê meclîsa HPG’ê Alîşêr Koçgirî, endama Meclîsa PKK’ê Çîçek Gabar û endama Meclîsa YJA STAR’ê Rozerîn Pîran û 11 gerîlayên HPG’ê bi bîr anî.

 PKK’ê 11 gerîlayên di 28’ê Îlona 2011’an de li Herêmên Parastinê yên Medya ku di êrîşa balafirên şer ên Tirk de jiyana xwe ji dest dan bi bîr anî.

Di daxuyaniya ku ji aliyê Komîteya Rêveber a PKK’ê de hatiye dayîn de wiha hat gotin: “Kesên nayên jibîrkirin, çalakî û bîranînên nayên jibîrkirin hene. Em van kesan  nikarin ji mejiyan derxin.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku di êrîşa ku Rustem Cûdî û Çîçek Gabar jî heye pêk hatiye de 11 gerîla di Îlona 2011’an de ji aliyê balafirên şer ve hatine qetilkirin û di daxuyaniyê ji bo gerîlayên jiyana xwe ji dest dane wiha hate gotin:

RUSTEM CÛDÎ: MÎLÎTANÊ MUTEVAZIYÊ

Rustem Cûdî yek ji kadroyên me yên îdeolojîk a têkoşîna azadiya me bû, li gel endamtiya PKK’ê di gelek xebatên rêxistina me yên wekê KADEK, KONGRA GEL, KCK’ê de rêveberiya di asta jor de kiriye. Hevalên Rustem Cûdî ku bi salan di têkoşîna azadiyê de cih girt yek ji mînaka herî girîng a fedakarî û mutevazîtiyê ye û mînakek mîlîtaniya PKK’ê ya mîlîtanî çawa tê jiyîn e.

ÇÎÇEK GABAR: HEZKIRINA HEMÛ GERÎLAYAN QEZENC KIR

Hevala Çîçek Gabar- Guhar Çekîrger yek ji kedkara têkoşîna azadiya me ye. Hevala Çîçek Gabar di peywira endamtiya Meclîsa PKK û  HPG-YJA STAR’ê de cih girtiye. Wek mîlîtaneke hilbijartî ya Fermandarbûna Jinan a Botanê ye û bi fedakarî û cesareteke mezin hezkirin û rêzdariya hemû hevalên xwe qezenc kiriye û her tim dê dilan de cih bigire.

ALÎŞÊR KOÇGIRÎ: NÛNERÊN FIKRA SOSYALÎST

Hevalê Alîşêr Koçgirî-Yucel Halîs ku endamê Meclîsa HPG’ê bû di têkoşîna azadiya me de bi biryarbûn, nasname û fikara xwe ya sosyaolîs, hesasiyetên xwe yên îdeolojîk her tim bal kişandiye. Hevalê Alîşêr Koçgirî ku ji kevneşopiya çapemeniya azad tê di her qada ku em lêbûn de bûye mîlîtanekê bi raye.

 ROZERÎN PÎRAN: DI QADÊN HERÎ TUND DE TÊKOŞIYA

Hevala Rozerîn Pîran-Gulsume Eşîn ku endama Meclîsa YJA STAR’ê û Navenda Parastina Gel bû bi salan li çiyayê azad di qadên herî dijwar de têkoşîn daye.  Bi rastiya ku bi îradeya jinê li dijî hemû zehmetiyan serî netewandiye, li qadên me peywira xwe bi awayekî herî baş daye meşandin û wek mîlîtanekê wê her tim dilê hevalên xwe de cih bigire.

DÎCLE GEVER: TÊKOŞERA ARTÊŞBÛNA JINÊ

Hevala Dîcle Gever-Elîf Demîr,  di pêkanîna pratîka kadrobûna jinê de beyî ku cih ji teredutê re bihêle li çiyayê azad têkoşîneke mezin daye meşandin.

NAZLICAN AMARA: GERÎLAYEK SEMPATÎK

Hevala Nazlican Amara-Rindihan Kayra yek ji sembolê hevaltiya qedîme, di şerê azadiyê de bi sekna xwe ya bi biryar û înad bal dikişand.  Kesayeta wê zindî, sempatîk, ji bo fêrbûnê vekirî û mutevazî bû.  Li qadên azadiyê mîlîtaneke ku gelek dihat hezkirinê bû. Hevala Nazlican dê bi sekna xwer her tim bê bibîranîn.

AMARA ÇIYA: KEÇA KOÇER, DOKTORA GERÎLA

Amara Çiya- Gulîstan Çîftçî ku rûyekî din ê xweşik û rûken yê têkoşîna azadiyê bû. Li gel gerîlatiyê  ji bo hevalên xwe yên li çiyayê azad doktorî dikir û wek keçeke koçer bi bedena xwe ya biçûk, bi çiyayên bilind ve hildikişiya û ev mirova xweşik dê her tim di dilan de be.

ROJ AMARA: TEMSÎLIYETA TEVLIBÛNÊN SALÊN 90’Π

Roj Amara-Rebîa Atan ji Êlihê ye û di salên 90’î de tevlî têkoşîna azadiyê dibe û her tim dê wek nûnereke herî baş a jina Kurd bê bibîranîn.

XEBAT AMED: KARKERÊ KEDÊ

PKK tevgereke kedê ye. Xebat Amed- Mehmet Turk di dema ku di nava têkoşîna azadiyê de cih girt, her tim tişta ku divê bihata kirin pêk dianî û li cihekî xitimînek hebûya, astengiyek hebûya, cihên ku kesî nexwesta biçûya wî li wir cihê xwe digirt û dê ew wek karkerê kedê û dilê herî mezin ê PKK’ê bê bibîranîn.

ERDAL ÇIYAYÎ: MÎLÎTANÊ CIWAN YÊ ROJHILAT

Di vê êrîşê de hevalekî me yê din Erdal Çiyayî-Babek Lemorî  ku li Urmiyê jiyana xwe ji dest daye hey Bi dînamîk û zîrekbûna xwe her tim bal dikişand û her tim dê dilê gelê me de bijî.

Her wiha hevalê me Eşref Argeş-Omer Çetînkaya jî yek ji hevalên din yên ku şehîd ketiye.

PKK’ê di dawiya daxuyaniya xwe de diyar kir ku divê gelê Kurd li dijî êrîşên DAIŞ’ê li her eniyê bisekinin û ciwan biherikin eniyên şer.”