PKK'ê 'Şehîdên Îlonê' bibîr anî
PKK'ê 'Şehîdên Îlonê' bibîr anî
PKK'ê 'Şehîdên Îlonê' bibîr anî
Komîteya Rêveber a PKK'ê 'Şehîdên meha Îlonê' bibîr anî. Komîteya Rêveber a PKK'ê da xuyakirin ku bêyî dayîna berdêlan ti gel negihaştiye azadiya xwe û jiyaneke bi rûmet heq nekiriye û got, "Di meha Îlonê de bi dehan nirxên zêrîn milîtanên PKK'ê di têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê de canê xwe feda kirine, xwîna xwe rijandine û nirxên îro afirandine. Meşa di şopa şehîdên me yên ev nirx afirandine de, meşa ber bi serketinê mîna duh îro jî deynê di stuyê me de ye."
Komîteya Rêveber a PKK'ê bi daxuyaniyeke nivîskî 'Şehîdên meha Îlonê' bibîr anî. Komîteya Rêveber a PKK'ê 'Şehîdên meha Îlonê' bibîr anî. Komîteya Rêveber a PKK'ê da xuyakirin ku bêyî dayîna berdêlan ti gel negihaştiye azadiya xwe û jiyaneke bi rûmet heq nekiriye ev xal destnîşan kir: "Rêya herî rast a dawîanîna li êş û azaran, bêmirinkirina şehîdên me ye. Wateya vê yekê jî; ji bo bicihanîna armancên ew pê re dilsoz bûn, meşandina têkoşîneke xurtir e. Bi mezinbûna têkoşînê re, şehîdên me jî wê di dilê bêserûbin ê gelê me de heta ebediyetê bijîn. Çalakî û serketina mirovên nizanin di xeta şehadetan de bimeşin, watedar nîne. Jiyana li gorî pêwîstiyên şehadetê jî, jiyana herî zehmet e."
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku ji bûyer û rewşa li Rojhilata Navîn diqewimin baştir ev rastî tê fêmkirin û bal hat kişandin ser qikirin û hovîtiya rêxistina çete DAIŞ'ê ya li hemberî gelê Kurd û gelên herêmê yên li Şengal û Rojavayê Kurdistanê.
Komîteya Rêveber a PKK'ê di daxuyaniya xwe de ragihand ku hin welatên herêmê bi awayekî vekirî destekê didin çeteyan, hin ji wan jî bêdeng dimînin û ev nirxandin hat kirin: "Li dijî van hêzên çete yên ji însaniyetê bêpar mane, hêzên azadiya Kurdistanê bêdeng nemane û îro jî bi dayîna bi dehan şehîdan re sekneke dijber a herî dijwar hatiye nîşandan û ev qadên têkoşînê, bi berdêleke giran be jî wê bên stendin.
Şehadet, li dijî terora zordar û zaliman û li hemberî tirsa ji ber vê terorê, weke meşa bi gavên wêrekî hatiye nirxandin û bi vî rengî bersiv ji bîranînê re hatiye dayîn. Ev rêbaza me ya bersivîdayîna li şehadetan bûye, bi biryardarya Mazlûm û Kemalan re bûye dewamiya têkoşînê ya bênavber. Serketina vê biryarê, misogerkirina pêvajoyê, li dijî tinekirin û her şêweyên teslîmiyetê, bi fedakirina canê xwe li ber xwe dayîne. Ya ku bi vê berxwedan û şehadetan re hatiye rizgarkirin û misogerkirin, tevgera partiyê, ev tevgera însanî û jiyana vî gelî ye. Û pêwîstiyên vê yekê jî, bi şêweyê ku hêjayî pêşengiyên bi vî rengî, bicih hatine anîn."
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku di meha Îlonê de bi dehan nirxên zêrîn milîtanên PKK'ê di têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê de canê xwe feda kirine, xwîna xwe rijandine û nirxên îro afirandine û hat gotin, "Meşa di şopa şehîdên me yên ev nirx afirandine de, meşa ber bi serketinê mîna duh îro jî deynê di stuyê me de ye.
Serkêşê şehîdên me yên meha Îlonê ku navê xwe bi tîpên zêrîn di dîrokê de nivîsandin rêhevalê me Kerîm Baytar ê ji navçeya Mêrdîn Dêrikê ye ku di 22'ê Îlona 1984'an de tevlî karwanê şehîdan bûye. Rêhevalê me Kerîm Baytar her çend dibistana mamostetiyê qedand jî, rojek bi tenê jî ji dewleta TC re xizmet nekir û beriya 1980'î weke şoreşgerekî profesyonel tevlî refên PKK'ê bûye. Li qada lê mayî, di asta herî bilind de tevlî xebatan bû. Dilsoziya bi bîranîna rêhevalê me Cemîl, çawa ku wî beriya bi salan dibistanên TC protesto kir, îro gelê me wê bi heman rengî bike.
Rêhevala me Zeynep Erdem Jiyan a ji Sêwasê, ku yek ji mînakên pêşeng ê berxwedêriya jinê û milîtaniya bijarte ya têkoşîna me ya azadiyê ye, di 13'ê Îlona 1996'an de li dijî neteweperestiya kevnare, dema ji berxwedana gelê me yê Mexmûrê re li Etrûşê pêşengî dikir, ji aliyê neteweperestên kevnare hat qetilkirin. Rêhevala Jiyana wê bi vê sekna xwe re di têkoşîna azadiyê de her tim bê bîranîn.
Ji rûyên herî bedew ên Botanê rêhevalên me Nûjîn-Vesîle Guleç û Hebûn-Belgîn Gul Ocalan, li gel bi dehan rêhevalên xwe di Îlona 1998'an de di têkoşîna me ya azadiyê de destanên mezin ên berwedanê afirandin û tevlî karwanê şehîdan bûn."
Di daxuyaniya Komîteya Rêveber a PKK'ê de hat diyarkirin ku şoreşa Rojava şoreşeke jinê ye û hat destnîşankirin ku yek ji milîtanên jin ên bijarte yên Rojava Şervîn-Necah Îbrahîm li refên azadiyê, di 23'ê Îlona 1997'an de li Katoyan jiyana xwe ji dest daye.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Rêhevala me Şervîn salên dirêj li gelek eniyên li welatê me di asta herî bilind de wezîfe girt ser milê xwe û wê weke yek ji nîşaneyên milîtaniya jinê ya PKK'ê di têkoşîna azadiyê de bijî." Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku yek ji ewladên giranbuha yê Pazarcixê Dogan-Davût Hacioglû di 23'ê Îlona 1993'an de li zozanên Elkê di şerê li hemberî mêtîngeriyê de jiyana xwe ji dest daye. Hat destnîşankirin ku Dogan-Davût Hacioglû wê weke yek ji milîtanên mînakdar ên Pazarcixê, di têkoşîna azadiyê de her tim were bîranîn.
Di dewama daxuyaniyê de hat ragihandin ku eger gelê Kurd bi dayîna berdêlên mezin hatibe roja îro, ev yek bi saya dilsoziya bi çanda berxwedana mezin a ewladên xwe yên bi berdêla mirinê pê re dilsoz in, pêk hatiye û wiha hat gotin: "Yek ji bÎrdariya çanda berxwedana mezin a PKK'ê jî, rêhevala me Faraşîn-Esengul Akgul e ku ji Bakurê Kurdistanê ket ser rê û di Îlona 1997'an de li Zap-Kurdê Jahro tevlî karwanê şehîdan bû. Rêhevala Faraşîn ku yek ji mînakên bijarte yên berxwedêriya Dêrsimê ye, wê di têkoşîna me ya azadiyê de her tim bi rihê berxwedanê yê Besê û Zarîfeyan bê bîranîn.
Rêhevalê me Karwan-Mehran Mûhammedî yê ji Rojhilatê Kurdistanê, ku yek ji rûkeniya têkoşîna me ya azadiyê bû, di 29'ê Îlona 2007'an de tevlî karwanê şehîdan bû. Rêhevalê me karwan ku yek ji rengên herî bedew ê ciwanên Kurdistanê bû, em soz didin ku em ê wî her tim bidin jiyîn, her ciwanê Kurdistanî bikin Karwanekî û ber bi azadiyê ve bimeşin.
Wek gelê herî qedîm ê dîrokê ji bo em dixwazin bi ziman û çanda xwe bijîn û çarenûsa xwe bi awayekî azad tayîn bikin, bi feraseteke serwer û faşîst a hebûn û rûmeta me tune dihesibîne hewl dide ji holê rake re rû bi rû ne. Divê bê zanîn ku em ê li hember zîhniyeteke wiha di xeta şehîdên xwe de heta ferdê xwe yê dawî têbikoşin.
Ji bo bi bi her awayî em dawî li êşên dayikên Kurdistan bînin û li welatê me jiyaneke azad û bi rûmet pêş bixin di her şert û mercî de ji bo azadiya Kurdistanê çawa îro li her çar parçeyên Kurdistan di asta herî jor de em têdikoşin sibe jî bi heman biryar û îdîayê wek egera dilsoziya gelê me em ê têkoşîna xwe bidomînin.
Em bi hemû dilê xwe bawer dikin ku, têkoşîna me ya avakirina welatekî aştiyane, demokratîk û azad a di xeta Rêbertiya me de wê bi berxwedana heybet hê zêdetir pêş bikeve û mutleq bigihêje serketinê.”
Di daxuyaniyê de herî dawî, bang li gelê Kurd, dost, raya giştî ya demokratîk hat kirin ku di rêya ‘şehîdan’ de li Rojava, Şengal û Başûrê Kurdistanê de hê zêdetir bi têkoşîna azadiyê re di nav piştevaniyê de bin.