PKK: Jin dê di têkoşîna civaka demokrastîk de rola xwe bilîze

PKK: Jin dê di têkoşîna civaka demokrastîk de rola xwe bilîze

Komîteya Rêveber a PKK’ê biboneya 8’ê Adarê peyamek weşand û diyar kir ku, berxwedana 8’ê Adarê, berxwedana xwedî derketine li keda jinê ye.  PKK’ê da zanîn ku di dema pêş de dê jin li gorî mîsyona xwe ya pêşeng rola xwe bilîze.

Komîteyê di daxuyaniya xwe de 8’ê Adarê pîroz kir û got: “Ev di rojeke wisa de hevalên xwe heval Sara, Rojbîn û Ronahî careke din bibîrtînin.  Em hemû êrîşên komplogeran nelet dikin. Di şexsê heval Sara de em ji bo bîranîna hemû lehengan dê têkoşîna xwe bilindtir bikin. Êrîşa li hemberî hevala Sara, Rojbîn û Ronahî li dijî hemû jinên têkoşîna azadiyê  û gelê Kurd pêk hatiye.  Êrîşa li dijî heval Sara li dijî xebata Rêber Apo û xeta azadiya jinê ye.”

Di berdewamiya daxuyaniyê de hat diyar kirin ku, jin dîrokê de her tim hatiye kolekirin û mêran li ser koletiya jinan pergala xwe avakirine û got: “Zîhniyeta xwe înşa kiriye, li her qadî xwe kiriye sazî û heta îro hatiye. Bi ketina jinê re civak jî mêtînger bûye.  Bi vê zîhniyetê polîtîkayên parçekirinê xwe domandiye.

Zîhniyeta serdest ya mêr ku jin wenda kriye, bi pergala xwe, li her qadê jiyanê xwe domandiye û bi pergaleke nû ya kapîtalîzma modern xwe bi hêztir kiriye. Di çavkaniya hemû mêtîngeriyan de, mêtingeriya jinê heye.  Jin ji jiyanê, hilberînê û rêxistinê hatiye qutkirin. Di nava civakê de li diji jinên ku xwe bi rêxistin kirine û têkoşiyane qikirin û şîdet hatiye ferzkirin. Yanî li ser jinê siyaseta koletî û û bê nasnamebûnê hatiye ferzkirin.

Lê ligel hemû zext û zordariyan jinan serî netewandiye û berxwe daye. ji bo nirxên xwe bedel dane. Ji ber vê jin bi têkoşînê heta vê rojê hatiye. Berxwedana 8’ê Adarê xeleka dîrokî ya vê berxwedanê ye.  Pergala serdest ya mêr keda jinê tune hesibandiye û di fabrîqeyan de şewitandine.

Vê berxwedanê îro jinên Kurd dewr girtiye. Bi pêşengiya Rêber Apo pêk hatiye û bi armanca jiyaneke wekev û demokrastîk pêk hatiye.  Ev têkoşîna azadiyê bûye têkoşîna Zîlanan, Bêrîtanan û Semayan.

Li ser vî bingehî em 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar yên Cîhanê li hemû jinan pîroz dikin.”