'Plana Rojava' ya Tikriyeyê hate desteserkirin

'Plana Rojava' ya Tikriyeyê hate desteserkirin

Di encama operasyona hêzên asayîşa Kobaniyê de belgeyek hat desteserkirin û vê belgeyê rola Tirkiyeyê ya di êrîşên li hemberî Rojavayê Kurdistanê de careke din derxist holê. Li gorî Belgeyê di civîneka li Rihayê pêk hatiye de  gelek biryarên wekê; bila deriyên sînor ji çete û çekan re vekirîbe, tabûr û tugayên çekdar li Rojavayê Kurdistanê bê avakirin û kesên oldar bikevin dewrê.

Hefteya borî di pevçûnan de endamê Partiya Azadî  Mahmut Kerho hate girtin. Di lêgerîna mal û kargeriya Kerho de belgeyeke aydê civîneke li Tirkiyeyê ya 2012’an de pêk hatiye derket holê. Di vê belgeyê de tê fêmkirin ku hin komên çekdar yên muxalîfên Sûriyeyê û hin rêxistinên Kurd jî tevlî civînê bûnê.

Di lêkolîna li ser belgeyê de civîna Rihayê ya ku Tirkiyeyê organîzekiriye de hin binyarên hatine girtin derket holê.

Di belgeyê de tê dîtin ku civîna li Rihayê li ser şoreşa Rojava li ser du aliyan tê rawestandin. Aliyê yekemîn eve wekî hêzên şoreşê pêk tînin û wek gelê ku rêveberiya xwe bi destê xwe avakirine dê tevbigerin û bi wan re xizmetê bikin. Bi vî awayî tê hedef kirin ku, di nava gel de bandorê li ser xebatên rêxistinê bikin. aliyê duyemîn jî hedef girtina şoreşa kurde.

PÊKANÎNA PLANÊ

Di belgeyê de tê destnîşan kirin ku, di civînê de biryara avakirina komîteyên alîkarî, tendurîstî û leşkerî hate girtin.  Ji bo van komîteyan planeke pêkanînê hatiye derxistin. Plana di belgeyê de derbaz dibe wiha ye: “Komîteya leşkerî di demeke kurt de herêma wekê Cizîr tê binavkirin û ji Serêkaniyê bigire heta Dêrikê û Efrînê û Kobanê 18 tabûr bên avakirin. Ev tabûr dê li herêmê bandora xwe pêk bînin. Her wiha li qadên Cizîr, Şêxler, Cerablus, Mumbîc, Bab û Efrîn plana avakirin fermandariyê heye.”

DERIYÊN SÎNOR Û PETROL

Di civînê de xalek din ya girîng deriyên sînore. Di belgeyê de tê gotin dê deriyê sînor yên Kobanê, Cerablus û Tilabyad ji komên çekdar re vekiribû û di bin kontrola komên çekdar de be. Her wiha ji van deriyan dê ceset û kesên birîndar derbazî Tirkiyeyê bê kirin.

Biryareke din ya di belgeyê de eve ku petrola xam ya ji herêmê dertê hedef bê girtin. Li gorî vê jî ji bo vê tê plankirin ku navendên rafîneya mobîl bên avakirin.

JI OLDARÊN SIÛDÎ RE PEYWIR

Di belgeyê de ji bo kesên oldar yên Siûdî Erebîstanê re hin peywir hatine veqetandin. Di belgeyê de tê dîtin ku, li herêmê dê kesên oldar xwedî li bê kes, bujin û seqetan derkevin.

NAVAF EL BEŞÎR

Xaleke din ya di belgeyê de balê dikişîne eve ku axaftina Navaf El Beşîr ya di civînê de ye. El Beşîr gotibû ku qada ji Kobanê heta Dêrikê aydê komên wane. Çavkaniyên Kurd piştî vê daxuyaniya El Beşîr balkişandibûn ser xebatên xwe yên li Dêrik û Girkê ya li Legê.