Platforma Polîtîkayên Civakî ya KCD’ê li hev civiya

Platforma Polîtîkayên Civakî ya KCD’ê li hev civiya

Platforma Polîtîkayên Civakî ya KCD’ê li Amedê li Salona Konferansê ya Vedat Aydin ku dê du roja bidome dest pê kir.  Parlamenterê Muşê Demîr Çelîk di vekirina civînê de axivî û got: “Me xebateke xwe dispêre hêza gel ji xwe re esas girt. Di bingeha xweseriya demokratîk de polîtîkayên civakî li ser hêza rewa ya civaka dê bi teşe bibe. Em dê têkoşîna xwe ya di derbarê civakê de bidin.”

Li salona konferansê wêneyên Rêberê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Mazlûm Dogan, Mahsum Korkmaz, Sakîne  Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez hate daliqandin.  Her wiha pankartên bi ser navê ‘Kesayetiya azad, civaka azad, jiyana demokratîk",’Ne tecrîd, jiyaneke azad, ne şer aştî’ hate daliqandin.

Civînê bi deqîqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Parlamenterê Muşê Demîr Çelîk roja 8’ê Adarê li hemû jinan pîroz kir û got neolîberalîzm wek hemû cîhanê li Tirkiyeyê xwe jî xwe dide jiyîn û got: “Komara Tirkiyeyê ya 90 salî bi feraseta xwe înkar û îmhayê xwe domand. Niha jî ev feraset bi destê AKP’ê tê meşandin. Hikûmeta AKP’ê versiyoneke aboriya lîberale.” Çelîk da zanîn ku, bi xebatên ku dimeşînin ji derveyê dewletê dimeşînin û din ava civakê de xebatên bi nirx derxistine holê.

Piştî axaftina Çelîk 10 deqîqe navber hat dayîn û civîn ji çapemeniyê re girtî didome. Piştî civînê dê encamname bê aşkera kirin.