Polîs gef li nûçegîhana DÎHA'yê xwar

Polîs gef li nûçegîhana DÎHA'yê xwar

Nûçegîhana Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA), Pîroz Orhan, dema li maxazeyê cil distendin rastî tacîza polîsan hat. Polîs bi gotina "Ez dizanin tu li kijan saziyê dixebite, Tu niha biçe. Carek din ez dizanim ezê çi bikim ji te" gef xwar. Orhan, der barê polîsê ku gef li wê xwar de li Dozgeriya Komarê ya Amedê serlêdana sûc kir. 

Zextên li ser çapemeniya azad bê navber berdewam dikin. Niha jî polisan bi gotinan nûçegîhana DÎHA ya Amedê Pîroze Orhan tacîz kir û gef xwarin. Duh dema nûcegîhana DÎHA'ê li mexazeyê xwest cil bistîne, polîsekî sivîl xwest li gel Pîroze cilan hilbijêre û bi gotina 'Rewşa te ya aborî nebaş e. Ez bibim alîkariya te' û tev li karê Pîroze bû. Orhan, li hemberî vê helwesta polîs bertekên xwe anî ziman û ji mexazeyê derket. Lê dîsa polîs Pîroze Orhan şopand û nêzî Pîroze Orhan bû û gef li wê xwar. Pîroze der barê helwesta polîs de wiha got: "Wekî em hevalê hev ê samîmî bin hat nêzî min bû û got 'Em hinekî bi axivin û biçin cafeyê çayê vexwin.' Min jî got em hev nas nakin çima ez bi tere çay vexwim? Polîs jî got 'Ez te nas dikim, tu jî min nas bike' Ez dimeşiyam, dîsa hat ez şopandim û ji min dûr neket. Min got tu dûr nekeve ez dê bang li polîs bikim. Wî jî çeka xwe û nasnameya xwe derxist û got 'Ez dixwazim wekî polîs te nas bikim. Tu jinek xweşik e. Ez tenê dixwazim bi te re çayekê vexwim. Pir kêfa min ji te re hat. Ez naxwazim te bitirsînim." 

Orhan, da zanîn ku polîs heta cihê kar ew şopand û wiha axivî: "Polîs bi gotina 'Ez dizanin tu li kijan saziyê dixebite, Tu niha biçe. Carek din ez dizanim ezê çi bikim ji te' û gef li min xwar." Orhan, der barê polîsê ku gef li wê xwar de li Dozgeriya Komarê ya Amedê serlêdana sûc kir. 

Orhan, da zanîn ku polîs bi kurdî bi wê re diyalog daniye û xwest der barê polîs de lêkolîn û lêpirsîn bê kirin.