Polîs li Geverê li hember berxwedana ciwanan vekişiyan

Polîs li Geverê li hember berxwedana ciwanan vekişiyan

Li Geverê polîsên ku xwestin Dibistana Seretayî ya Dayika Uveyş cara duyemîn mohr bikin piştî berxwedana ciwanan a li ber dibistanê mecbûr man paşve vekişiyan.

Li navçeya Geverê ya Colemêrgê polîsên ku xwestin Dibistana Seretayî ya Dayika Uveyş a ji aliyê KURDÎ-DER’ê ve li Taxa Esenyurtê hate çêkirin cara duyemîn mohr bikin rastî berxwedana ciwanan hatin. Piştî berxwedana ciwanên ku nehiştin polîs bikevin dibistanê mecbûr man vekişiyan. Piştî ku polîs paşve vekişiyan Serokê PHD’ê ya Geverê Fîkret Turgut gazî kirin Midûriyeta Emniyetê ya Geverê.

Li Emniyetê ji Turgut re hatiye gotin ku ferman ji walitiyê hatiye û ew mecbûr in dibistanê bigirin. Ji Turgut re wiha hatiye gotin: “Walîtiyê ferman daye me. Em mecbûr in dibistanê bigirin. Li dibistanê zarok hene, zarokan li dibistanê derxînni, kes^ne li ber dibistanê ne ji wir bibin, rayedarekî bidin me û em biçin dibistanê mohr bikin. Em naxwazin nêzîkatiyeke pêvajoya çareseriyê dixe xetereyê çêbibe.”