Polîsan 3 demjimêran girseya diçû Wêranşarê asteng kir

Polîsan 3 demjimêran girseya diçû Wêranşarê asteng kir

Girseya ji Serêkaniyê ji bo tevlî kombûna jinan ya li Wêranşarê bibin derketin rê di ketina bajar de ji aliyê polîsan ve 3 demjimêran hatin rawestandin û pişt re derketin rê.

Bi sedan kesên bi dehan minîbusa ji navçeya Serêkaniyê ya Rihayê yên di nav de jinên Serêkaniya binxetê jî hene ji bo tevlî li hev hatina jinan ya li navçeya Wêranşarê ya Rihayê ya ji aliyê Meclîsa Jinan ya BDP'ê ve bi slogana "Roja li Amarayê derketî, dê Rojava azad bike" tê lidarxistin bibin derketin rê rastî astengiya polîsan hatin. Di ketina navçeyê de li herêma Kepezê girse ji aliyê polîs û leşkeran ve hatin rawestandin û bi hinceta jinên ji Serêkaniya binxetê koçî Serêkaniya serxetê bûn nasnameyên wan tunene 3 demjimêran hatin rawestandin û ji wesayîtan re ceza hatin birîn.

Serokê Rêxistina BDP'ê yê Serêkaniyê Huznî Kilinç bi gotinên; "Çete li hemû navçe û navenda Rihayê bê pirsgirêk digerin lê ji bo me mafê xwe yê demokratîk bi kar bînin em tên astengkirin" bertekên xwe anîn ziman.

Welatiyên ji bo tevlî bernameyê bibin derketin rê diyar kirin ku, heke çûna wan asteng bikin dê rê li trafîkê bigirin û çalakiya rûniştinê li dar bixin. Piştî 3 demjimêran polîsan destûra girseyê da û girse ber bi Wêranşarê ve çû.