Polîsan êrîşî kir ser girseya Dundarê YPG’yî oxir dikir

Polîsan êrîşî kir ser girseya Dundarê YPG’yî oxir dikir

Girseya ku xwest cenazeyê şervanê YPG’ê Ferîd Dundarê ku di encama pevçûna piştî êrîşa çeteyên El Nusra ya di roja yekem ya Cejna Qurbanê de li Çilaxayê pêkhat de jiyana xwe ji dest da oxir bikin, polîsan êrîş kir.

Vê sibehê dema xwestin cenazeyê şervanê YPG’ê Ferîd Dundar ji Rojava bînin Nisêbînê defin bikin, hêzên çevîk û Serdozgeriya Komarê destûr nedan. Piştî ku dozgeriyê got, dê otopsiya cenaze bigirin, gel bertek nîşan da. Li ser vê yekê hêzên çevîk êrîşî gel kirin.

Dema ku cenaze ji bo wecîbeyên olî anîn mizgefta Taxa Kişlayê, Dozgeriya Komarê hate mizgeftê da diyarkirin ku, ji bo otopsî û girdekan dê cenaze bibin Saziya Tiba Edlî ya Meletiyê.

Malbat û girseya ku li mizgeftê kombû dan diyarkirin ku, ew dê cenaze nedin û şervanê YPG’ê Ferîd Dundar oxir bikin û bertek nîşanî rayedaran dan. Piştre hêzên çevîk êrîşî gel kir.

Her çendî ku Parlementerê Mêrdînê ê BDP’ê Erol Dora û Şaredara Nisêbînê Ayşe Gokkan ket navberê êrîşên hêzên çevîk rawestandin jî tê diyarkirin ku, careke din xwe ji bo êrîşan amade dikin.

Bendêmayîna Nisêbîniyan li mizgeftê didome.