Polîsan êrîşî konê ji bo Şengalê kir
Polîsan êrîşî konê ji bo Şengalê kir
Polîsan êrîşî konê ji bo Şengalê kir
Li Taxa Akkopru ya Wanê polîsan êrîşî konê ji bo piştevaniya bi Şengalê re hatibû vedan kirin. Polîsên zerar dan kon alên PKK, KCK û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan desteser kirin.
Polîsan li Taxa Akkopru ya Wanê êrîşî konê ji bo piştevaniya bi gelê Şengalê re hatibû vedan kirin. Polîsên ketin hundirê kon, dest danîn ser alên PKK, KCK û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan. Polîsên sivîl çek li ciwanê di kon de kişandin û alavên di hundirê kon de texrîb kirin. Ciwanên nerazîbûn nîşan dan rastî gefa polîsan a “Eger hûn belav nebin em ê guleyan li we bireşînin” hatin. Polîsan al û poster desteser kirin û ji taxê veqetiyan.
Piştî êrîşa polîsan hat bihîstin, Serokê Rêxistina DBP’ê Musa Îtah û ciwanan ji nû ve kon sererast kirin, al û poster daliqandin.