Polîsan êrîşî konê nobedê yê Serêkaniyê kirin

Polîsan êrîşî konê nobedê yê Serêkaniyê kirin

Li navçeya Riha Serêkaniyê, konê nobedê yê ji bo piştgiriya bi Rojava re li parka 3 Fîdan hat vedan, li êrîşa polîsan rast hat. 

Li Serêkaniya Serxetê bi pêşengiya KCD, BDP, DOKH, Meclîsa Ciwanên û gelek Saziyên Sîvîl ji bo komkujiya li Rojava li hember sivîlan pêk tê şermezar bikin kon hat vedan.

Konê "Nobedariya ji bo Rojava" li Parka 3 Fîdan hatibû vedan rastî mudaxaleya polîsan hat. Di dema mudaxaleyê de tu hişyarî nehat kirin yek ser mudaxale hat kirin û polîsan kon serûbin kir.

Di dema mudexaleya kon de Hevseroka KCD'ê Aysel Tugluk, Parlamentera BDP'ê Nursel Aydogan, Îbrahîm Bînîcî, Husamettîn Zenderlîoglu, Ayla Akat Ata û şaredarê Serêkaniyê Îsmaîl Arslan li kon bûn û bertek nîşanî polîsan dan. 

Di dema mudaxaleyê de şaredar Îsmaîl Arslan qêriya û got: "Hûn Ergenekonî ne, ji bo ku pêvajoya aştiyê sabote bikin li vir in, hûn misilman nîn in."

Mudaxaleya polîsan ya kon berdewam dike.