Polîsan êrîşî konê sersaxiyê kirin, bavê gerîla kirin binçavan

Polîsan êrîşî konê sersaxiyê kirin, bavê gerîla kirin binçavan

Li navçeya Şirnex Hezexê, polîsên Tirk avêtin ser konê sersaxiyê yê ji bo gerîlayê PKK'ê Yilmaz Geçer hatibû vedan, gule berdan hewayû û bavê gerîlayê PKK'ê Fîzan Geçer kirin bin çavan.

Ji bo gerîlayê PKK'ê Yilmaz Geçer ê di sala 1997'an de li bejahiya Bêdlisê di pevçûnekê de li gel 28 hevalên xwe jiyana xwe ji dest da, li navçeya Şirnex Hezexê konê sersaxiyê hat vedan.

POLÎSAN HEWL DAN DEST DEYNIN SER WÊNEYÊN GEÇER

Polîsên Tirk ên ahtin konê sersaxiyê hewl dan dest deynin ser wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, gerîlayê PKK'ê Geçer û alên PKK û KCK'ê. Malbata Geçer û welatiyên hatin sersaxiyê nerazîbûn nîşanî vê dan.

Ji ber ku girseyê nehişt polîs dest deynin ser poster û alan, polîsan gule berdan hewayê. Di encama tengezariyê de polîs neçar man xwe vekişînin. Bi sedema ku der barê konê sersaxiyê de îfadeya wî were girtin, bavê Geçer Fîzan Geçer kirin binçavan û birin Muduriyeta Emniyetê ya Navçeyê.