Polîsan êrîşî şahiya 15’ê Tebaxê ya Wêranşarê kir
Polîsan êrîşî şahiya 15’ê Tebaxê ya Wêranşarê kir
Polîsan êrîşî şahiya 15’ê Tebaxê ya Wêranşarê kir
Polîsan bi bombayên gazê û ava şid êrîş bir ser şahiya 15’ê Tebaxê ya ji aliyê Rêxistina BDP’ê ya Wêranşarê ve hatibû organîzekirin.
Polîsan êrîş bir ser şahiya ku bi munasebeta salvegera Pêngava 15’ê Tebaxê li ber avahiya partiyê hat lidarxistin. Di êrîşa polîsan a bi ava şid û bombeyên gazê de, girseyê bi keviran bersiv da. Di êrîşê de polîsan bombeyên gazê avêtin cihên jin û zarok lê bûn. Ji bombeyên gazê ku gelek kes bandor bûn, rayedarên BDP’ê û yên şaredariyê di hevdîtinên bi polîsan re nerazîbûn nîşanî helwesta polîsan dan. Tevî mudaxeleya dijwar a polîsan hîn jî komek kesên ji girseyê li ber avahiya partiyê rawestiyane, polîs bi anonsan banga belav bibin li komê dike.