Polîsan li Amed û Qersê êrîşî gel kirin

Polîsan li Amed û Qersê êrîşî gel kirin

Girseya ku li Amed û Qersê qetilkirina Mehmet Reşît Îşbîlîr û Veysel Îşbilir ên di 6'ê Kanûnê de ji aliyê polîsan ve hatin kuştin şermezar kir rastî êrîşa polîsan hatin.

Li Amedê bi hezaran kes, li ber avahiya BDP'ê kom bûn û xwestin ji bo şermezarkirina qetilkirina Mehmet Reşît Îşbîlîr û Veysel Îşbîlîr, heta Parka Koşuyolu meşekê pêk bîne. Girseya ku piştî daxuyaniyê dest bi meşê kir rastî êrîşa polîsan hat. Bi hezaran kesên ji avahiya BDPê ber bi Parka Koşuyolu ve meşiyan rastî destwerdana polîsan hat. Polîsan piştî axaftina Hevseroka Giştî ya BDP'ê Gultan Kişanak bi bombeyên gazê dest li girseyê werdan. Piştî destwerdanê, girseyê jî bi keviran bersiv da polîsan. Pevçûn li kolan û taxan berdewam dike. Her der ji ber bombeyên gazê û pevçûnê vegeriya ye qada şer. 

Li Qersê jî Rêxistina BDP'ê ya Qersê xwest bi heman armancê çalakiyê pêk bînin. Girseya ku li ber avahiya BDP'ê kom bû rastî êrîşa polîsan hat. Koma ku di nav de nûnerên KESK û ÎHD'ê hebûn xwestin daxuyaniyê bidin. Lê polîsan bi bombeyên gazê dest werdan û pevçûn derket. Hat zanîn ku di pevçûnan de 3 polîsên Tirk birîndar bûn û polîsan gelek kolan dorpêç kirin.