Polîsan li Amedê bi guleyên rastî êrîşî ciwanan kirin

Polîsan li Amedê bi guleyên rastî êrîşî ciwanan kirin

Hat ragihandin ku ciwanên hewl dane li Rezan ji bo piştgiriya boykota ji dibistanan çalakiyekê li dar bixin rastî mudaxeleya polîsan a bi guleyên rastî hatin, 2 ciwan birîndar bûn û 4 jî hatin binçavkirin.

Ciwanên li Rezan ên xwe amade dikirin bi armanca piştgiriya boykota dibistanan çalakiyekê li dar bixin, rastî mudaxeleya polîsan a bi guleyên rastî hatin. Hat diyarkirin ku dema ciwanan xwestin li ser mudaxeleya polîsan a binçavkirinê ji qadê dûr bikevin hatin gulebarankirin, du ciwan bi çekan birîndar bûn, hat gotin ku tevî her du ciwanên birîndar 4 kes hatine binçavkirin. Gelê li hemberî rewşê nerazîbûn nîşan da, xwestin ciwanan rakin nexweşxaneyê û bên berdan.

Hat ragihandin ku li ser nerazîbûna welatiyan di navbera gel û polîsan de alozî derketiye û polîsan bi çekan gule bardane. Hat diyarkirin ku jineke îxtiyar jî rastî êrîşa polîsan hatiye. Hin şahidên bûyerê gotin ku polîsan xwestiye ciwanan rawestînin, dema ciwan reviyane, polîsan ew gulebaran kirine.

Aloziya li taxê didome.