Polîsan li Amedê dîsa êrîş kir
Polîsan li Amedê dîsa êrîş kir
Polîsan li Amedê dîsa êrîş kir
Li navçeya Geverê tîmên taybet ên ku xwestin cara duyemîn Dibistana Seretayî ya Dayika Uveyş mohr bikin careke din êrîşî ciwanên li ber dibistanê kirin.
Li navçeya Geverê ya Colemêrgê tîmên taybet ên ku xwestin cara duyemîn Dibistana Dayika Uveyş li Taxa Esenyurtê ji aliyê KURDÎ-DER’ê ve hate çêkirin mohr bikin êrîşî ciwanên ku li ber dibistanê bûn kirin. Polîsên ku di encama berxwedana ciwanan de vekişiyabûn careke din hatin û êrîşî ciwanan kirin. Polîsan bi gaza îsotê, ava şid êrîşî ciwanan kirin. Ciwanan jî bi keviran bersiv dan polîsan û pevçûn li gelek taxên navçeyê belav bû. Esnafan li navçeyê darabeyên xwe girtin.