Polîsan li Amedê nêzî 50 kes binçav kirin, gel ber bi emniyetê ve meşiya

Polîsan li Amedê nêzî 50 kes binçav kirin, gel ber bi emniyetê ve meşiya

Li Rezana Amedê piştî ji nû ve girtina dibistana Kurdî ya 15’ê Îlonê hat vekirin gel ber bi Midûriyeta Polîsan ve meşiyan. Tê ragihandin ku di dema girtina dibistanê de nêzî 50 kes hatine binçavkirin .

Hêzên dewletê yên danê êvarê Dibistana Seretayî ya Ferzad Kemanger careke din girtin, mamosteyên ku wê di dibistanê de perwerde dabane û nûnerên Saziyên Civaka Sivîl jî di nav de nêzî 50 kes hatin binçavkirin.

Şêniyên bajêr ên pê hesiyan ku kesên hatine binçavkirin li Midûriyeta Polîsan Şaxa Têkoşîna bi Terorê (TEM) re tên ragirtin ber bi Midûriyeta Polîsan ve meşiyan. Sekna gel ku didome, hat diyarkirin destûr nadin kesên hatine binçavkirin bi parêzerên xwe re hevdîtinê pêk bînin.